02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûçegîhanê DÎHAyê Nedim Oruç

    Nûçegîhanê DÎHAyê piştî îşkenceyê hatiye girtin

    © Foto: Gerçek Gündem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8910

    Hat ragihandin ku hêzên dewleta tirk li nûçegîhanê DÎHAyê Nedim Oruç îşkence kirine û piştre ew hatiye girtin.

    Şirnex - ANFê ragihand ku nûçegihanê DÎHAyê Nedîm Oruç ê ku beriya 2 rojan li taxa Şehîd Harun bi welatiyan ve bi zora çekê hate derxistin û birin Salona Sporê ya Taxa Yenîşehîrê. Li gorî agahiyên şahidê bûyerê ji wir jî bi derbkirinê ji erdê kaşkirin bi wesayîta zirxî hate revandin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriyê' hate girtin.

    'RÛYÊ WÎ WERIMÎ BÛ, REŞ Û ŞÎN BIBÛ'

    Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye girtin sedema girtina Oruç dîmen û nûçeyên di karta hafizeyê de ne. Parêzer Erdal Konur anî ziman ku rûyê Oruç werimî ye, şîn bûye, ev jî nîşan dide ku îşkence li wî hatiye kirin.

    NÛÇEYÊN WÎ PIRSÎN

    Konur anî ziman ku kompitur, nûçe, lênûsk û kameraya Oruç hatine desteserkirin, qeydên kamerayên hatine lêkolînkirin jî wekî pirs jê hatine kirin. Konur bilêv kir ku hemû pirsên hatine kirin derbarê nûçeyên wî de ne. Konur wiha axivî: ‘Tişta balkêş ew bû ku hevpevîna ji jineke pîr girtiye bû. Di hevpeyvînê de ji serokomar nifir tê kirin. Ev gelekî çûbû zora wan. Ev ji bo ku hevalên me yên rastiyan dinivîsîne hewldaneke bêdengkirinê ye. Muwekîlê min ê ji bo rastiyan ragihîne canê xwe dixe xetereyê bi sedemên vala girtin.'

    Bi heman mijarî:

    Li dijî wesayîta zirxî êriş: 4 tîmên taybet hatin kuştin
    Dewlet dixwaze me jî wekî zarokên me bide kuştin!
    Li Silêmaniyê sibê êrişên li bajarên kurdan tê şermezar kirin
    Mehmet Ocalan: Divê Riha li dijî tecrîd û êrişan rabe piya
    Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'
    Etîketan:
    DÎHA, Nedim Oruç, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de