00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

    Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 71050

    Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê de got: ‘Bila Davûtoglû qîreqîr neke, wê bi awayekî giran hesab jê were pirsîn. Wê teqez hesabê tiştên ku li ciwan, zarok, dayik, bav û birayên li kurdan tên kirin were pirsîn. Ew ê hêza kurdan bibînin!'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de derbarê êriş, qedexe û kuştinên li bajarê kurdan pêk tê de nirxandinên xwe kir.

    Cemîl Bayik derbarê helwesta hukimeta tirk de got: ‘Gotin û helwestên demên dawî yên dewlet û hikûmeta tirk belgeya nêzîkatiya li hemberî kurdan e. Di asta herî jor de zimanekî dagirker, hegemonîk, li jor mêzikirin û hêrs bi kar tînin. Serokwezîr Davutoglu wekî ku di şevbihêrkên dibistan û xwendekaran de biaxive, an jî wekî axaftinên mamosteyan ya ‘welat û milet Sakarya' her roj qîre qîr dike. Her roj dibêje wê hêza dewletê nîşanî kurdan bidin. Mîna ew polîsê ku li Geverê karkerên înşaetê li erdê razandibû û digot ‘Hûn ê hêza tirk bibînin' axaftinan dike.'

    Bayik wiha got: ‘Niha Ahmet Davutoglu mîna leşkerê li zindana Amedê ketiye kompleksê, neçar maye û êrîşî kurdan dike. Li hemberî berxwedana kurdan ewqas neçar maye ku bi tankan taxên kurdan dorpêç kiriye û bombebaran dike. Qîreqîra Davûtoglû, gotina wî ya em ê biperçiqînin, li hemberî berxwedana mezin a gel, hêrsa zihniyeta hegemonîk îfade dike.'

    Cemil Bayik wiha berdewam kir: ‘Kurd wê hesabê vê zilma ku li wan tê kirin bipirsin. Bila Davutoglu qîreqîr neke, wê bi awayekî giran hesab jê were pirsîn. Wê teqez hesabê zarok, jin û kalên ku tên qetilkirin ji hikûmetê were pirsîn. Wê teqez hesabê tiştên ku li ciwan, zarok, dayik, bav û birayên li kurdan tên kirin were pirsîn. Bila tu kes kurdan wekî kesên ku nabihîzin û bê ziman hesab nekin! Ew ê hêza kurdan bibînin!'

    Bayik dawiyê de got: ‘Bi kurt û kurmancî PKKê li hemberî zilma dewleta tirk hebûna xwe pêk aniye, wekî hêz û tarzê têkbirina zilmê derketiye dika dîrokê. Ji ber vê yekê ti êrîş nikare serketina gelê kurd û PKKê asteng bike.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCKê bang li gelê Elewî kir
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Etîketan:
    AKP, HDP, KCK, Ahmet Davutoglu, Cemîl Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de