08:19 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Rayedarên partiyên kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî: ‘Em ê rewşa kurdan bibin Neteweyên Yekbûyî’

    © Foto: siverekname
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2901

    Partiyên Kurdistanî yên wekî Hereketa Azadiyê, OSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR û PSK îro (07.01.2016) bi bangewaziyekî bang li gel kir ku sibehê beşdarî mîtînga ‘Ji şer re na, ji Kurdistanê re statû’ bibin.

    Amed — Partiyên Kurdistanî bi bangewaziyeke hevpar êriş, şer û pevçûnên li bajarên kurdan şermezar kirin û bang li çareseriyeke aştiyane ya siyasî kir.

    Partiyên Kurdistanî bal kişandin ser kurdistanîbûna xwe û gotin: ‘Ev nêzikî 100 salî ye ku dewleta tirk qirkirineke piralî û siyaseteke bêçareseriyê li ser gelê kurd ferz kiriye. Herwiha PKKê jî bi riya xendeq û sengeran şerê çekdarî kişandiye nava bajaran. Ji destpêka aloziyan pê ve me ji her du aliyên şer re got: Bila di vî şerî de gelê kurd nepirçiqe û demildest vegerin maseya diyalogê.’

    Di bangewaziyê de wiha hate gotin: ‘Wekî Partiyên Kurdistanî em ne navneynkar in; em rasterast aliyekî pirsgirêka kurdî ne. Bi riya diyalog û hevdîtinan em ê bi dewleta tirk, PKK, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û saziyên navnateweyî re biaxivin û wêrankirina mal û halê kurdan rawestînin.’

    Partiyên Kurdistanî di dawiya bangewaziyê de gelê kurd vexwendin mîtînga xwe ya li Qada Şêx Seîd a Amedê û wiha gotin: ‘Divê pirsgirêka kurdî di bin çavdêriya garantorên navneteweyî de bê çareserkirin; herwiha divê hemû kes û aliyên siyasî û civakî beşdarî çareseriya siyasî bibin. Heta ku hemû muxatabên vê dozê beşdarî pêvajoya çareseriyê nebin û ev pêvajo di bin çavdêriya garantorên navneteweyî de bi rê ve neçe tu pêşketin çênabe.'

    Bi heman mijarî:

    Li Parîsê dengê çekan
    Heyeta Îmraliyê: Sirgûnkirina sekreteryayê bombekirina aştiyê ye
    Artêşa Iraqê qira DAIŞê anî: 75 kuştî
    Nûçegihanê Vice Newsê Resûl bi temamî ne azad e
    Keça kurd di pêşbirka televîzyona erebî de derket fînalê
    Demirtaş: ‘Li Dolmabahçeyê krîza rûniştinê jî Erdogan bi xwe çareser kir'
    Rûsya û Amerîkayê ceribandina bombeya Koreya Bakûr axivîn
    Etîketan:
    hemû kes û aliyên siyasî û civakî, di bin çavdêriya garantorên navneteweyî de, saziyên navnateweyî, şerê çekdarî, qirkirina piralî û siyaseta bêçareseriyê, çareseriya siyasî ya aştiyane, êriş, şer û pevçûnên li bajarên kurdan, bangewaziya hevpar, pirsgirêka kurd, çareseriya siyasî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de