23:11 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Heyeta Îmralî

    Heyeta Îmraliyê: Sirgûnkirina sekreteryayê bombekirina aştiyê ye

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1102

    Endamên Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken, Sirri Sureya Onder û Pervîn Buldan, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û sirgûnkirina girtiyên li Girava Îmraliyê de li meclisê civîna çapemeniyê li dar xistin.

    Enqere - Heyeta Îmraliyê diyar kir ku belavkirina sekreteryaya li Girava Îmraliyê û kûrkirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dawetnameya şer e û derbarê rewşê de ji hikumeta AKPê daxwaza daxuyaniya lezgîn kir.

    Endamê heyetê Sirri Sureya Onder da zanîn ku der barê rewşa Ocalan de tu agahiya wan nînê û got: ‘Serokwezîr Ahmet Davutoglu pêşketinan baş nanirxîne. Çi bû ku we du hevalên li ba Ocalan bêyî ku agahî bidin malbatê jî sirgûn kir? Ne rakirina tecrîda li ser Ocalan, azadiya wî rojeva herî lezgîn e. Belavkirina sekreteryaya Ocalan û kûrkirina tecrîtê tê wateya bombekirina aşitiya Tirkiyeyê.'

    Onder wiha got: ‘Em ne sedemên sirgûnê ne jî rewşa ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan niha nizanin çawa ye. Birêz Pervîn Buldan hewl da ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike. Rojekî bersiva telefona xwe neda. Di dawiya roja duyemîn de bersiva ku da ev bû 'Karekî rutîn e.' Muxatabên me an cara yekem rewşê ji me bihîstin an jî pir xweş rol dilîzin.'

    'Em ji hikumetê daxuyaniya lezgîn dixwazin'

    Onder axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘Em der barê mijarê de ji hikumetê daxuyaniyeke lezgîn dixwazi. Bêyî ku derewan bikin divê agahî bidin. Ev mijarekî wisa ye ku em nikarin ji rêzê nêz bibin." Onder got ku "Pêşxistina tecrîta li ser Ocalan, derbarê ewlehiya can û şertên tenduristiyê de gel û tevgera wî xistina nav fikaran, dawetnameya şer e.'

    'Divê hikumet vegere şertên muzakereyê'

    Onder di dawiyê de got: ‘Em daxwaz dikin ku hikumet derbarê vê mijarê de bi awayeke lezgîn agahî bide û pişt re jî vegere ser şertên ku di pêvajoya muzakereyan de herkes li ser hemfikir bû.'

    Bi heman mijarî:

    'Derbarê rewşa Ocalan de demildest daxuyanî bê dayin!'
    Onder: ‘Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide...
    Ocalan: Hûn ê siyaseten li pişt gotina xwe bisekinin?
    Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
    Ji Walîtiya Stenbolê qedexeya Ocalan
    Etîketan:
    Heyeta Îmraliyê, Abdullah Ocalan, Sirri Sureya Onder, Grava Îmraliyê, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de