02:00 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: ‘Li Dolmabahçeyê krîza rûniştinê jî Erdogan bi xwe çareser kir'

    © AP Photo/ Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7421

    Selahattin Demirtaş li mîtînga Wanê axivî û derbarê ji hêla Erdogan ve helwesta redkirina mutabaqata Dolmabahçeyê de got: ‘Li Dolmabahçeyê krîza rûniştinê jî Erdogan bi xwe çareser kir.'

    Wan - HDPê li Wanê li dijî êriş, qedexe, dorpê û kuştin ku li bajarê kurdan pêk tê de îro bi tevlêbûna Hevserokê Giştî Selahattin Demirtaş mîtîng li dar xist. Ji ber tevlêbûna welatiyan pir zêde bû qada ku lê mîtîng hat lidarxistin têrî welatiyan nekir û bi deh hezaran kes beşdarê mîtîngê bûn.

    Di mitîngê de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş axivî û derbarê rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de nirxandinên girîng kirin.

    ‘Erdogan bi xwe krîza rûniştinê çareser kir'

    Demirtaş di axaftina xwe de der barê pêvajoya çareseriya demokratîk û Mutabakata Dolmabahçeyê de jî cara yekem hin agahiyan parve kir. Demirtaş da zanîn ku Serokomar Erdogan ê ku pişt re Mutabakata Dolmabahçeyê red kir û di dema hevdîtinan de ji her tiştî agahdar bû û wiha berdewam kir:

    ‘Dema li Dolmabahçeyê me amadekariya daxuyaniyê dikir, di navbera heyet û wezîran de li ser nîzama rûniştinê pirsgirêk derket. Ji heyetê wezîrekî li Serokomar Erdogan geriya û jê pirs kir 'Di sazûmana rûniştinê de pirsgirêk heye, pêşniyarê we çi ye?' Serokomar Erdogan jî got 'Ma ne şerm e hûn sazûmana rûniştinê nîqaş dikin. Hûn li wir karekî dîrokî dikin. Ya girîng daxuyanî ye.' Heman Serokomar hefteyek din rabû û got 'Agahiya min tune ye, ez mutabakatê qebûl nakim.'

    Mîtînga HDPê ya Wanê
    Mîtînga HDPê ya Wanê

    'Em ligel Davutoglu di weşana zindî de biaxivin!

    Demirtaş bang li Davutoglu kir û got:'Em ligel Davutoglu di weşana zindî de biaxivin. Bila Davutoglu behsa serokatiyê bike, ez jî behsa xweseriyê bikim. Çi zererê vî ya heye? Min gelek caran bang lê kir ku bila heta tu Serokê Sererkaniyê dişînî Cizîrê bi xwe here. Guh bide welatiyên Cizîrê. Lêbelê ew gefan li me dixwe. Ez behsa vê ji welatiyê Wanê re dibêjim lê dixwazim ku bila gelên Karadeniz û Egeyê jî vê ya fêm bikin.'

    ‘Parêzbendî ne ji me re, ji Erdogan re pêwîst e'

    Demirtaş der barê gefên li hemberî HDPê jî bersiv da û got parêzbendî ne ji wan re ji Erdogan re pêwist e û wiha axivî: ‘Bila destnedayîna me were rakirin lê bila ye te jî were rakirin. Em hemû derkevin pêşberî dadgehê. Em natirsin.'

    ‘Hûn dê herkesî bikujin?'

    Demirtaş wiha got: ‘bi qetilkirina gel, çareserî pêş nakeve berevajî vê pirsgirêk kûr dibe. Ez ji serokwezîr dipirsim. Hûn li Cizîr û Silopiyê çi bikin hûnê serkeftinê bidestxin? Ez meraqê dikim. Hûn dibêjin 'Emê mal bi mal paqij bikin.' Ji sedî 95ê wan navçeyan dengên xwe dane HDPê. Hûnê hemûyan bikujin?

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: AKP wê berdêleke giran bide
    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye
    Demirtaş: ‘Kurd xwe xilas dikin û hûn jî werin tevli vê xilasbûnê bibin'
    Medyaya tirk bi ser Rûsyayê re dijminatiya Demirtaş kirin
    Demirtaş: Divê daxwaza statuya gelê Kurd were dîtin
    Demirtaş: 'Duh gef li Pûtîn dixwarin, îro vegeriyane pisîkan'
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de