23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Swîsrayê (Îsvîçre)

    Êriş û kuştinên li bajarê kurdan di rojeva Parlamentoya Swisreyê de ye

    © Flickr/ / David Jameson
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 339110

    Parlamentera Kantona Baselê, êriş, kuştin û qedexeyên ku dewleta tirk li bajarên kurda pêk tîne xist rojeva xwe. Parlamenterên SP şîdeta dewleta tirk şermezar kirin û ji hikûmeta Swîsreyê xwestin, navbeynkariyê ji çareseriya pirsgirêkê re bike.

    Swisre - Bi îmzeya Seroka Partiya Sosyalîst (SP) a Kantona Baselê Brigitte Hollinger û Parlamentera Kantona Baselê ya SP Ursula Metzger, li ser navê Partiya Sosyalîst belavokek ji çapemeniyê re hat weşandin.

    'ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DIQEWIME'

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê ku di belavoka çapemeniyê de qewimînên li bajarê kurda weke şerekî navxweyî hatin pênasekirin û hat ragihandin, ku ji ber şerê dewleta tirk li herêmê dimeşîne, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de navê navçeyên ku qedexeya derketina derve lê hatin ragihandin û êrişên dewletê li van deran tên kirin hatin nivîsandin û hat destnîşanirin, ku şerê diqewime, binpêkirina mafên mirovan e.

    'OPERASYONÊN LEŞKERÎ YÊN GIRAN ZEXTA KOÇBERIYÊ DIKIN'

    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Ji ber bûyeran bi hezaran kurdistanî û tirkiyeyiyên li Swisreyê dijîn di nava fikar û endîşeyan de ne.' û hat destnîşankirin, ku bi operasyonên giran ên leşkerî re zexta koçberiyê li ser gel tê ferzkirin.

    'DIVÊ HIKÛMETA SWÎSREYÊ BIKEVE NAVBERÊ'

    Di pêşnûme biryara ku ligel daxuyaniya çapemeniyê hat weşandin de hat ragihandin ku bûyerên li bajarên kurdan diqewimin li Swisreyê rê li ber fikarên mezin vedikin û hat gotin ku divê Hikûmeta Federal a Swisreyê li dijî qewimînên li bajarên kurdan bi bikaranîna têkiliyên dîplomatîk re tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bike.

    Herî dawî hêvî û bendewariya vegera li maseya çareseriyê hat nivîsandin û komkujî, qedexe û êrişên ku hêzên dewletê li hemberî gelê sivîl pêk tînin, hatin şermezarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên li Fransayê çalakî li dar dixin
    Çapemeniya Almanyayê: Kurd ji bo xweseriyê şer dikin!
    Çapemeniya Almanyayê: ‘Tirkiya bi çekên almanî êrişî kurdan dike’
    Etîketan:
    Ursula Metzger, Brigitte Hollinger, Swistre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de