23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Cerdevan

    13 cerdevanên din jî îstîfa kirin

    © Foto: Yuksekova Haber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14801

    Dîroka hezar salan a kurda dîsa wekê berê nabe û gelê kurd li nirx û hebûna xwe xwedî derdikevin. Herî dawî li Amedê 13 cerdavanên ku çûyîna Sûrê red kirin çek berdan û îstîfa kirin.

    Amed - Li gorî agahiyê bi dest ketî li taxa Cobinî ya navçeya Çinara Amedê 13 cerdevanî ji bo ku red kirin û neçûn operasyonên li navçeya Sûrê ku kete roja 37emîn îstîfa kirin. Dîsa li taxa Delgurê jî 15 cerdevanên ku birine operasyonê daxwaznameyên îstifayê dane Fermandariya Cemdirmeyan a Çinarê. Lê hate hinbûn ku îstifayên wan nehatiye qebûlkirin.

    Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku cerdevanekî berî yê nexwest navê xwe bide diyar kir ku ew derketina operasonan red dikin, teqez naxwazin tevlî operasyonan binin û wiha axivî: ‘Bi birina operasyonan an dê me bidin kuştin an jî me bikin kujer. Yên li wir jî zarokên me ne. An em ê bibin kujerê zarokên xwe yan jî zarokên me dê bibin kujerên me. Em vê qebûl nakin.'

    Cerdevanê berê anî ziman ku bûyer tenê bi wan re sînorkirî nîne û wiha got: ‘Li Çinarê ji her gundê bi 3 rojan komên ji 12-15 kesan pêk tê tê xwestin bibin Sûrê û bixin pevçûnan. Ji ber vê yekê gelek cerdevan aamdekariya îstifayê dikin. Hin cerdevanên ku îstifa dikin, îstifayên wan neyê qebûlkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê şer: Cerdevanek hate kuştin
    46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
    Cerdevanan nexwestin derkevin operasyonan û çek danîn
    Li Şirnexê 2 leşker û cerdevanek hatin kuştin
    Etîketan:
    Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de