05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Yemen

    Jetên Siûdî balyozxaneya Îranê bombe kirin

    © Foto: AA/ Mohammed Hamoud
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 706 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Huseyin Cebir diyar kir ku balafirên şer yên Êrebîstana Siûdî balyozxaneya Îranê li Yemenê bombe kir.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Huseyin Cebir Ensarî diyar kir ku balafirên şer yên Êrebîstana Siûdî balyozxaneya Îranê li Yemenê bombe kir.

    Ji ber îdama alime şie Ayetullah Nemir Baqir el Nemir pêwendiyên dîplomatîk yên Îran û Erebîstana Siûdî qut bibûn.

    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Huseyin Cebir Ensarî diyar kir ku balafirên şer yên Êrebîstana Siûdî balyozxaneya Îranê li Yemenê bombe kir û di encama êrişê de hinek berpirsên ewlehî birîndar bûn.

    Cebir Ensarî di axaftina xwe de got, balafirên Siûdî bi qestî balyozxaneya Îranê li Yemenê bombebaran kir. Ev tevgera qestî ya Erebîstana Siûdî hemû dîplomasî û konvansiyonê navneteweyî binpê dike. Ji vê êrişa ku avahî û karmêndên balyozxaneyê zirar dîtine dewleta Siûdî berpirsyar e.

    ​Her wiha berdevkê koalisyona ku serperiştiya wê Erebîstana Siûdî dike daxuyaniyek da û got, em van îdiayên Îranê vedikolin. Şervanên Hûsî di nava balyoz û konsulxaneyên ku hatine valakirin de şer dikin û armanca koalîsyonê hedef girtina rempeyên moşekên Hûsî ne.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê, Erebîstana Siûdî tehdîd kir
    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin
    Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî
    Erebîstana Siûdî li Hewlêrê balyozxaneyê vedike
    Grûbên mixalif yên sûriyayî li Erebîstana Siûdî dicivin
    Îranê bi tûndî Erebîstana Siûdî hişyar kir
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Îranê, Nemir Baqir el Nemir, Huseyin Cebir Ensarî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de