17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hasan Cemal

    Hasan Cemal: Erdogan li dijî azadî û mafên mirov şer ragihand

    © Foto: Haber Sol
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Rojnamevanê navdar ê tirk Hesen Cemal di gotara xwe de destnîşan kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li dijî demokrasî, azadî û mafên mirov şer ragihand.

    Navenda Nûçeyan — Erdogan, duhî li Enqerê bi muxtarên gund û taxên bajaran re rûnişt û gotarek pêşkêş kir û bi tundî êrişî PKK, HDP û kurdan kir.

    Erdogan li ser pirsgirêka kurd jî wiha got, êdî li Tirkiyê pirsgirêka kurd tune pirsgirêka terorê heye…

    Hesen Cemal, ku ji malpera T24ê re dinivîse, gotinên Erdogan şirove kiriye û gotiye, min tu carî Erdogan wisa bi hêrs û bi kîn nedîtibû.

    Cemal, ku beriya niha bi hêceta ku heqaret li Erdogan kiriye, rastî lêpirsînê hatibû, diyar kir ku Erdogan mîna sultanekî axiviye û ferman daye parlamentoyê, daraz û hikûmetê da ku dest bi paqijiyê bikin.

    Li gorî Hesen Cemal, Erdogan di gotara xwe ya duhî de, li dijî demokrasi, azadî û mafên mirov û serdestiya hiqûqê şer ragihandiye.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan dîsa kurd xapandin: Pirsgirêka we tuneye!
    Serokê Partiya Keskan: Sîstema ku Erdogan dixwaze em jê re dibêjin dîktatorî
    Rojnamevanê elmanî: ‘Erdogan dîn bûye!'
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’
    Rûsyayê bertek nîşanî Erdogan da
    Etîketan:
    HDP, PKK, Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Hasan Cemal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de