21:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Cenaze

    Fatma Kiliç a ku li Kerboranê birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3201

    Jina bi navê Fatma Kiliç a ku di êrişên hêzên dewletê yên li Kerboranê ku 19 rojan berdewam kir de birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Mêrdîn Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di êriş û dorpêça hêzên dewletê ku 19 rojan dom kir de, di 23ê Kanûna 2015an de, ji ber gulebarana hêzên dewletê welatiyên bi navê Necmî Kiliç û keça wî Sabat Kiliç jiyana xwe ji dest dabûn, Fatma Kiliç jî giran birîndar bibû.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku Kiliç a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat dermankirin, vê sibê jiyana xwe ji dest da.

    Kiliç, bi merasîma cenazeyê li Goristana Micir Safa ya Kerboranê hate defin kirin.

    Bi heman mijarî:

    TTB: Heta malbatên bijîşkên li Amedê jî dixin hedef
    Li Sûrê 4 tîmên taybet hatin kuştin
    Çapemeniya Almanyayê: Kurd ji bo xweseriyê şer dikin!
    New York Times: 'Tirkiya dipirçiqîne; Amerîka û Ewropa bêşerm temaşe dike'
    Dewletê destûr neda ku parêzer bi Kuran û Artaş re hevdîtinê pêk bînin
    Ji bo Tahîr Elçî mewlûd hate dayîn
    Etîketan:
    Sabat Kiliç, Necmî Kiliç, Fatma Kiliç, Mêrdîn, Kerboran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de