08:17 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Nûnerê TTBê ya Amedê Cengiz Gunay

    TTB: Heta malbatên bijîşkên li Amedê jî dixin hedef

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Nûnerê TTByê yê Amedê Cengiz Gunay derbarê îdiayên rojnameyên ku nêzî hikumetê ne de ji RS FMê re axivî û got: ‘Balkêş e ku bi şerên qewimî re em jî tên hedef girtin.'

    Amed - Hin rojnameyên ku nêzî hukimata AKPê ne di nav çend rojên borî de gelek caran ji manşetê ve parvekirin û îdia dikirin ku bijîşkên li Amed û Wanê polês û leşkerên ku birîndar bîne baş tedawî nakin û bi vê awayî xwebatkarên tenduristiyê yên kurd kiribûn hedef.

    Derbarê vê mijarê de nûnerê TTBê Cengiz Gunay beşdarî bernameya Yavuz Ogan bû û van îdiayan bi tundî derewand. Gunay, Aziz Yilarê ku ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin bibîr xist û got: ‘Em weke hedef tên nîşan dan. Me vê mijarî ji dozgeriyê re gilî kir.'

    Gunay got: ‘Bi taybet li ser îdiayek derew ya rojnameyekê êrişên li dijî nexweşaxaneyên me dest pê kirin. Bi rastî bi destpêka şer ve heman demê de hedefgirtina xebatkarên me yên tenduristî gelek balkêş e. Ev 14 roj in ji bo rawestina şer û pevçûnan em li Amedê di çalakiya nobetê de nin. Dixwazin me bikin hedef. Em bi şev û bi roj dixebitin. Hevalekî me dema li Cizîrê ber bi hewara nexweşê ve diçû gule reşandine wî û jiyana xwe ji dest da. Em di rewşeke ev qas dijwar de dixebitin. Mafê tu kesî tune ku bêhna hevalên me bi van îdiaya teng bike. Me derbarê vê de giliyên xwe bi dozgeriye ve kir.'

    Gunay diyar kir ku wê dest ji vê mijarê bernedin û bang li hêzên dewletê kir ku vê pirsgirêkê bibînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê 4 tîmên taybet hatin kuştin
    Çapemeniya Almanyayê: Kurd ji bo xweseriyê şer dikin!
    DAIŞê êriş kir, 12 kes hatin kuştin
    Dewletê destûr neda ku parêzer bi Kuran û Artaş re hevdîtinê pêk bînin
    New York Times: 'Tirkiya dipirçiqîne; Amerîka û Ewropa bêşerm temaşe dike'
    DAIŞê ji du aliyan ve êrişî Bendava Teşrînê kir
    Ji bo Tahîr Elçî mewlûd hate dayîn
    Etîketan:
    TTB, Cengiz Gunay, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de