00:51 24 Hezîran 2018
Qedexeya derketina derve

Li Sûrê 4 tîmên taybet hatin kuştin

© Foto : AA / Arşîv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûna navbera hêzên dewletê û YPSê de hate 4 tîmên taybet hatin kuştin, 9 leşker jî birîndar bûn.

Amed - Navçeya Sûrê ya Amedê ev 36 roj in di bin êrişên hêzên dewletê ye û dorpêçkirin jî berdewam dike.

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li dijî êrişên leşker û polêsan, Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bersiv da û pevçûn qewimî.

Serê sibehê heta niha li dijî taxan êriş tên kirin û di navbera YPS û tîmên taybet de li taxa Dabanoglu pevçûnên dijwar qewimî. Di pevçûnan 4 timên taybet hatine kuştin.

Hate îdiakirin ku di pevçûnan de 9 tîmên taybet jî birîndar bûne, wesayîtekî kobra hate texrîbkirin.

Piştî ku hewa tarî bû li derûdora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf tankên ku hatine bicihkirin taxên Xançepek û Fatîhpaşa jî di nav de 6 tax tên topebarankirin. Ji ber ku top li maleke taxa Xançepekê ket li malê şewat derket.

Dengê pevçûnen li hemû bajar tê bihistin.

Derbarê vê mijarê de ji raytedarên dewleta tirk tu daxuyanî nehat dayîn.

Bi heman mijarî:

Li Sûrê şer: Cerdevanek hate kuştin
Li Sûrê 4 leşkerên tirk hatin kuştin
Li Sûrê şer: Çawîşekî pispor hate kuştin
Li Sûrê leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin
Li Sûrê çend teqînên li dû hev: 11 leşker birîndar in
Li Sûrê şer: ‘1 tîmê taybet û 3 leşker hatin kuştin'
Etîketan:
Amed, Sûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de