05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Çapemeniya Almanyayê

    Çapemeniya Almanyayê: Kurd ji bo xweseriyê şer dikin!

    © Foto: Sendika Org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 172041

    Rojnameyên almanî yên wekî FAZ, DIE WELT, JUNGE WELT, TAZ û N24 şer û pevçûnên li bajarên kurdan û şideta Artêşa Tirkiyayê ya li dijî kurdan nirxand.

    Navenda Nûçeyan - Rojnameyên almanî yên îro qala şerê dewleta tirk a li ser kurdan ferzkirî nirxand û armanca kurdan xweserî, armanca tirkan wekî pirçiqandin nîşan da.

    Rojnameya FAZê bal kişand ser 100 kuştiyên kurd û bang li Yekîtiya Ewropayê kir şerê li dijî kurdan rawestîne.

    Rojnameya DIE WELTê diyar kir ku teqîn û reşandina gazên kîmyayî karekî rojane ye û got: Ev alozî dikare krîza koçberan li Ewropayê dijwartir bike.

    Rojnameyên JUNGE WELT û TAZê bal kişandin ser şerê kurdan ê ji bo xweseriyê û got: HDP dixwaze nîşan bide ku avakirina herêmên xweser ne tenê ji bo kurdan çareseriyek in, herwiha ji bo demokratkirina Tirkiyayê jî riyeke bikêrhatî ye; lêbelê

    Serokomar Erdogan vê yekê xiyaneta li dewletê dihesibîne.

    N24ê jî şerê li bajarên kurdan weşand û tevgera PKKê ya di şer de ‘bi îrade û înad' bi nav kir.

    Bi heman mijarî:

    Çapemeniya Almanyayê: ‘Tirkiya bi çekên almanî êrişî kurdan dike’
    Li Almanyayê komkujî, êriş û qedexe hatin protestokirin
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Wezîrê Derve yê Almanyayê dê îşev here Hewlêrê
    Etîketan:
    HDP, TAZ, JUNGE WELT, DIE WELT, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de