22:53 25 Hezîran 2018
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Ebru Gunay

Dewletê destûr neda ku parêzer bi Kuran û Artaş re hevdîtinê pêk bînin

© Foto: İ. H.
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên ku li Îmraliyê sekreteryaya Rêberê OKKê Abdullah Ocalan pêk dianîn, piştî sirgunê Girtigeha Silivriyê hat kirin parêzeran xwestin bi wan re hevdîtinê bikin lê dewletê destûr neda.

Stenbol - Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bêyî hincet bê nîşandan hatin astengkirin.

Parêzaran anîn ziman ku daxwazanmeya wan a ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re ji aliyê dozgeriyê ve bêyî hincetek bê nîşandan hatiye redkirin. Parêzerên ku nekarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin li ber girtîgehê daxuyanî dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Gunay diyar kir ku bi awayeke kêfî hevdîtina wan a bi muwekîlên xwe re hatiye astengkirin û dozger bi wan rû bi rû hevdîtin jî pêk neaniye. Gunay bilêv kir ku li Îmraliyê tecrîdekî domdar heye û wiha axivî: ‘Di serdana me ya duh li girtîgehê de tu rayedar bi me re hevdîtîn pêk neanî û tenê ji me re gotin dê roja duşemê dikarin hevdîtinê pêk bînin. ligel hemû israran ev helwes neguherandin. Me jî gilî kir. Parêzer dikarin her tim bi muwekîlê xwere hevdîtinê pêk bînin.'

Ebru Gunay diyar kir ku ew dê vê yekê gilî bikin.

Hevseroka OHDê ya Stenbolê Banu Guveren jî diyar kir ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya girtiyan bi fikar in. Guveren wiha axivî: ‘Hevdîtina me ya bi muwekîlên me re bi awayeke kêfî tê astengkirin. Heta ev nehiqûqî bi dawî bibe, qatlîam rawestin, gel mafên xwe bigire em ê bişopînin. Heke tiştekî ku hûn ditirsin tuneye çima nahêlin em hevdîtinê pêk bînin.'

Bi heman mijarî:

New York Times: 'Tirkiya dipirçiqîne; Amerîka û Ewropa bêşerm temaşe dike'
Ji bo Tahîr Elçî mewlûd hate dayîn
Li Almanyayê komkujî, êriş û qedexe hatin protestokirin
Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
Etîketan:
Buroya Hiqûqê ya Asrin, Abdullah Ocalan, Çetîn Arkaş, Nasrullah Kuran, Ebru Gunay, Grava Îmraliyê, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de