11:05 23 Hezîran 2018
YPG

DAIŞê ji du aliyan ve êrişî Bendava Teşrînê kir

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku DAIŞê careke din êrişî Bendava Teşrînê kiriye û li ser vê yekê navbera şervanên HSDê û DAIŞê de pevçûnên dijwar qewimiye.

Kobanê - ANHAyê raghand ku çeteyên DAIŞê piştî ku êrişên wan ên di saet 04.00an û 10.00an ên îro di saetên serê sibehê de hatin şikandin, careke din êrişî Bendava Teşrînê kirin. Lê vê carê ji du aliyan ve êriş kirin. Şervanên HSDê bersiv dan êrişên DAIŞê û pevçûn rû dan.

Di nûçeyê de hate diyar kirin ku DAIŞê  ji aliyekî ve ji girên li hember Pira Qereqozaqê ya li başûrê Bendava Teşrînê êriş kirine û ji aliyekî din ve bi tank, çekên giran û hejmarek mezin endamê wan ji aliyê Bajarê Minbicê yê li bakurê rojavayê Bendava Teşrînê, êriş pêk anîne.

Şervanên HSDê bersiv didin êrişên çeteyan. Di navbera  şervanên HSDê û DAIŞê de pevçûnên dijwar rû didin. Ji ber ku pevçûn bi djwarî didomin,  agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Ji aliyekî din ve pevçûnên ku li bajarokê Eyîn Îsa rû dan jî didomin. Agahiyên zelal ji vir jî nehatin bidestxistin.

Bi heman mijarî:

Berdevkê HSDê: ‘Daxuyaniyên Tirkiyayê me eleqeder nakin'
HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir
HSDê, 3 gund û 3 gundik rizgar kirin
HSDê Tîşrîn rizgar kir û gihîşt Çiyayê Girêdan
HSDê hewl dide ku Bendava Teşrînê ji destê komên xwînrij derxe
HSDê 5 gundên din ji DAIŞê paqij kir
HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir
Etîketan:
DAIŞ, Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Bendava Teşrînê, Kobanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de