11:36 22 Sibat 2018
Zindî
    Kurdistanî li Ewropayê ser piya ne

    Li Almanyayê komkujî, êriş û qedexe hatin protestokirin

    © Foto: D. M.
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li navendên cuda yên Elmanyayê êrişên dewleta tirk yên li dijî bajarên kurdan hatin protestokirin.

    Almanya - Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku îro li gelek bajarên Almanyayê, kurdistaniyan li dijî êrişên li ser bajarên kurdan dewleta tik bi çalakiyan şermezar kirin.

    HEILBRONN

    Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê ciwanên kurd ji bo balkişandina ser komkujiyan li pêşiya avahiya Heîlbronner Stîmme ya rojnameya xwecîhî ye û ‘Radyo Ton'ê çalakî li dar xistin.
    Di çalakiyê depankarta ‘Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser gelê Kurd e' vekirin.
    Ciwanan piştî çalakiyê dosyayek derbarê êrişên li bajarê kurdan danîn çapemeniya xwecîhî.

    NÎENBURG

    Kurdistaniyên li bajarê Nîenbûrgê hatin cem hev, AKPe protesto kirin, îlankirina  xwerêveberiyan silav kirin. Di çalakiyê de pankarta hevkariya AKP-DAIŞê nîşan dide vekirin, wêneyên zarokên hatin qetilkirin rakirin.
    Di çalakiyê de belavokên ji aliyê NAV-DEMê hatin amadekirin hatin belavkirin.

    BENSHEIM

    Li bajarokê Bensheîm ê Elmanyayê 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
    Bîranîn bi axaftina vekirinê ya Hevseroka DKTM-Bensheim Ayne Yalçin ve dest pê kir, endama TJK-E wiha got: ‘Di ketina 3. salvegera Qetlîama Parîsê de li Silopiyayê 3 hevalên me yên jin ên din jî qetil kirin. Em van qetlîaman nelet dikin. Em îro li ser mîrateya wan têkoşînê dimeşînin. Em ê her tim bi bîranînên wan ve girêdayî bimînin.'
    Di çalakiyê de ji bo meşa 9ê Çileyê wê li Parîsê pêk were jî banga tevlîbûnê hate kirin.-

    Bi heman mijarî:

    ‘Li hemberî Lozaneke duyem kongreya netewî şert e'
    Li Stenbolê êrişa polêsan: Birîndar hene
    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
    KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
    DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
    Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
    Etîketan:
    DKTM, Ayne Yalçin, BENSHEIM, NIENBURG, HEILBRONN, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de