13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk-Şaxa Efrînê

    ‘Li hemberî Lozaneke duyem kongreya netewî şert e'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2310

    Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Mihyedîn Şêx Alî, diyar kir ku di pêvajoyeke ku ji bo Suriyeyê rêyên çareseriyê tên ceribandin de, ji bo ku temsîla kurdan jî hebe û rê li ber Lozaneke duyem bê girtin, divê Kongreya Netewî ya Kurdistanê bê lidarxistin.

    Efrîn - Li gorî nûçeya ANHAyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk-Şaxa Efrînê, bi navê, ‘Di navbera kongreyên Riyad û Dêrîkê de û têgîna jiyana hevbeş a gelê Sûriyeyê, teror û riya çareserkirina aloziya Sûriyeyê' semînerek li dar xist. Semîner îro di seatên piştî nîvro de li hola civînan a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) hat lidarxisitn.

    Di semînera ku bi dehan endam û rêveberên saziyên siyasî, çandî û civakî tevlî bûn de, Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Mihyedîn Şêx Alî wekî axaftvan amade bû.
    Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê NRLSê Temûz Şemalî bixêrhatina beşdaran kir, semîner û Şêx Alî ji beşdaran re pênase kir û bang li Şêx Alî kir ku derkeve ser dikeyê.

    ‘Têkbirina terorê li herêmê ked û têkoşîneke dirêj dixwaze'

    Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Mihiyedîn Şêx Alî di vekirina semînerê de teror û çarenûsa welatên ku teror lê bi cih dibe pênase kir. Her wiha Şêxalî kiryarên hêzên terorîst ên li dijî gelê Kurd li Kurdistanê, Sûriye û Iraqê vegotin û destnîşan kirk u têkbirina terorê ya li herêmê ked û têkoşîneke demdirêj dixwaze.

    ‘Kongereya li Dêrikê gelekî girîng bû'

    Şêxalî, civîn û kongreyên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatine lidarxistin bibîr xistin û got: "Civîna herî dawiyê ya Konseya Ewlekariyê ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hate lidarxistin, gelekî girîng bû û divê hemu aliyên herêmî û navnetewî pêdiviyên wê bicîh bînin. " Mihiyelldîn Şêxalî di dewama axaftina xwe de kongreya Riyad û Dêrîkê  dan ber hev û wiha dom kir: "Di Kongreya Riyadê de îmzeya aliyên ku temsîla îslama siyasî ya radîkal a girêdayî El-Qaîdeyê dike li pêş bû. Tu qenaeteke van aliyan bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya bi riya siyasî tune ye. Ji ber vê yekê jî li Riyadê tu encamên bi bandor nehatin girtin. Lê belê di Kongreya Dêrîkê de hemu aliyên ku temsîla welatiyê Sûriyeyê dikin amade bûn. Her wiha ev kongre li ser erdê Sûriyeyê hate lidarxistin. Ji ber vê yekê nêzî êşên gelê Sûriyeyê bû. Ji wê kongreyê gelek belgeyên girîng û Meclîsa Sûriyeya Demokrat (MSD) derketin".

    ‘Li Sûriyeyê çareseriya siyasî esas e ‘

    Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, di dewama axaftian xwe de got ku çareseriya aştiyane ya ji aloziya Sûriyeyê re esas e û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê divê danûstandinên di asta siyasî de û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bên meşandin. Niha birêz De Mistura ji bo diyarkirina lîsteya muxalefetê ku dê beşdarî civîna Cenewer-3 bibin dixebite".

    ‘Divê temsîla kurdan di Kongreya Niştimanî ya Kurdî de derkeve'

    Derbarê mijara temsîla aliyê Kurdî di van civînan de jî Şêxalî got: "Di civîna Riyadê de tu hebûneke kurdan nebû. Ji bo ku em ji metirsiyên pêkhatina Lozaneke duyemîn derkevin, divê em yekser Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî pêk bînin da ku ji wir temsîla siyasî ya gelê Kurd derkeve. Ji xwe mirov nikare rola YPG,YPJ, gerîla û pêşmergeyan di şerê li ser ruyê erdê paşguh bike. Niha jî QSD heye û qadeke ji sedî 16'an a erdê Sûriyeyê diparêze. Ew ji gelek aliyên Sûriyeyê pêk tê û bi çareseriya siyasî ya ji aloziya Sûriyeyê re bawer dike".

    ‘Aşîtî û çareseriya siyasî dê çarenûsa rast be'

    Şêxalî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ev xal rêz kirin: "Di gava yekemîn de divê şer bê rawestandin, riyên derbaskirina alîkariya mirovahî bên vekirin û li hemberî DAIŞ, El-Nusra û alîgirên wan şer bê xurtkirin da ku bên tunekirin. Di vê navberê de Neteweyên Yekbûyî roleke aktîf bilîze. Herî dawiyê aşîtî û çareseriya siyasî dê çarenûsa rast a vê aloziyê bin".
    Semîner bi pirs û bersivan bidawî bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê êrişa polêsan: Birîndar hene
    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
    Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
    KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin
    Li Amadê mamosteyeke jin ji serê xwe hat xistin
    DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
    Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
    Etîketan:
    Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, Mihiyedîn Şêx Alî, Kantona Efrînê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de