00:13 19 Hezîran 2018
Êrişa polêsan

Li Stenbolê êrişa polêsan: Birîndar hene

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Beyogluya bajarê Stenbolê êrişî wesayîta polêsan kirin, li gorî zanyariyên pêşî polêsên birîndar hene.

Navenda Nûçeyan — Li navçeya Beyogluya bajarê Stenbolê êrişî wesayîta polêsan kirin, li gorî zanyariyên pêşî polêsên birîndar hene.

Li Beyoglu li taxa Sururî wesayîta polêsan ya ku dewriye dikir rastî êrişa çekdarî hat. Di encama êrişê de polêsêk ji milê xwe birîndar bû.

Ji bo êrişkêr werin qefaltin tîmên teqwiye hatin şandin. Hat ragihandin ku tîma rastî êrişê hatiye Tîma Ewlehiyê ye û tu xeteriya jiyana polêsê birîndar tuneye.

Polêsê birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Bi heman mijarî:

Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî: ‘Li Stenbolê 2 polês hatin kuştin'
Polêsan bi ser avahiya DBPê ya Amedê de girtin
Polêsan li bajarê Şirnexê 2 welatî kuştin
Li Sûrê polêsekî tîm hate kuştin
YDG-H: '35 leşker, polês û tîmên taybet hatin kuştin'
Etîketan:
Tîmên Ewlehiyê, Beyoglu, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de