08:39 21 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan dîsa kurd xapandin: Pirsgirêka we tuneye!

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Recep Tayyip Erdogan dîsa kurd xapandin û got: ‘Pirsgirêka we tuneye.' Erdogan salek beriya niha jî gotibû pirsgirêka kurdan tuneye.

    Enqere — Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan di salên 2005, 2007, 2009 û 2013an de bi xwe gotibû: ‘Pirsgirêka kurdan heye û ev mesele meseleya min e; ez ê çareser bikim.' û pişt rê jî pevajoya çareseriyê dabû destpêkirin. Ev Erdogan îro jî wiha dibejê: ‘Pirsgirêka kurdan tuneye.' Wisa xuya dike ku Erdogan him xwe him jî kurdan dixapîne.

    Erdoğan li Koşka Aksarayê bi muxtarên gundan re civiya û bi tundî êrişî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û got: ‘Êdî li Tirkiyayê pirsgirêka kurdî tune ye, pirsgirêka terorê heye, bila tu kesî nexapînin.' Erdogan bi tundî êrişî HDPê kir û got: ‘Mixabin rayedarên HDPê ewên ku xendeqan dikolin, wekî hevalên xwe dibînin û derfetên siyasî li dijî welatê xwe bi kar tînin. Lê ew dê bên darizandin û cezakirin. ‘

    Serokomarê Tirkiyê îdia kir ku êdî li Tirkiyayê pirsgirêka kurdî tuneye, lê pirsgirêka terorê heye, bila tu kesî nexapînin. Ev şerê ku niha tê kirin, êşa hezar salî ye.

    Derheqê girtina HDPê de jî Erdogan got: ‘Ez li dijî girtina partiyên siyasî me; lê yên ku sûc kirine divê bên darizandin.

    Serokomarê Tirkiyê par di mîtîngên hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî çend caran gotibû ku êdî li Tirkiyayê pirsgirêka kurdî tuneye; lê pirsgirêka terorê heye.

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê elmanî: ‘Erdogan dîn bûye!'
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’
    Rûsyayê bertek nîşanî Erdogan da
    Erdogan: ‘Em destûrê nadin ku YPG derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe
    Etîketan:
    kurd, HDP, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de