08:15 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Murat Karayilan

    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 143420

    Murat Karayilan got: ‘Dewleta tirk ji hovîtiya DAIŞê zêdetir kiriye. Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan bersivan da pirsên Radyoya Dengê Kurdistanê û derbarê mijarên rojevê de nirxandinên xwe kir.

    Murat Karayilan got: ‘Zilm li gelê me tê kirin, zarokên me tên qetilkirin, dayikên me tên kuştin. Hînê duh dayikeke bi navê Melek Alpaydin li mala xwe, dema bi zarokên xwe re li ser sifrê bûn bi topa dijmin şehîd ket. Dijmin mîna henekê xwe pê bike dibêje 'em lêkolîn dikin bê bi kîjan cismî şehîd ketiye'. Halbûkî her tişt li pêş çavan e; bi topa wan şehîd ketiye. Lê belê dewleta AKP'ê siyaseteke mezin a derewan dimeşîne û hewl dide sûcdariya xwe mafdar nîşan bide. Hem me qetil dike, hem jî îdîa dike ku me xwe bi xwe qetil kiriye. Hem bajarên me vala dikin, hem jî îdîa dikin ku me vala kiriye.'
    Karayilan wiha got: ‘Bi topbaranê re bajarên me didin valakirin. Di sedsala 21an de li ku derê hatiye dîtin ku bajarên mezin û qedîm bi topbaranê hatine valakirin û hilweşandin? Li ku derê hatiye dîtin ku dayikek li naverastê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hatiye hiştin? Li ku derê hatiye dîtin ku keçên ciwan hatine şehîxistin û bedenên wan hatine tazîkirin, li nava kolanan hatiye gerandin? Me beşek ji vê hovîtiyê di wehşeta DAIŞê de dît, lê belê vana hovîtiya DAIŞê jî derbas kirine.'

    Karayilan axavtina xwe wiha domand: ‘Bi topbaranê re bajarên me didin valakirin. Di sedsala 21an de li ku derê hatiye dîtin ku bajarên mezin û qedîm bi topbaranê hatine valakirin û hilweşandin? Li ku derê hatiye dîtin ku dayikek li naverastê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hatiye hiştin? Li ku derê hatiye dîtin ku keçên ciwan hatine şehîxistin û bedenên wan hatine tazîkirin, li nava kolanan hatiye gerandin? Li ku derê hatiye dîtin ku ciwan piştî şehîd hat xistin bedena wan li pişt wesayîtê hatiye girêdan û li erdê hatiye kaşkirin? Me beşek ji vê hovîtiyê di wehşeta DAIŞê de dît, lê belê vana hovîtiya DAIŞê jî derbas kirine.'

    Murat Karayilan got: ‘Ji vê derê bang dikim ku hemû saziyên welatparêz û demokrat divê li hemberî vê zilmê dengê xwe bilindtir bikin, hîn bêhtir helwestê nîşan bidin û tevlî berxwedanê bibin. Divê ciwanên kurd hîn bêhtir tevlî berxwedanê bibin. (…). Ev wezîfeyek e. Yanî çi ji destê kê tê divê bike. Roj rojeke bi vî rengî ye. Roj roja hewldanê ye, roja rûmetê ye.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCKê bang li gelê Elewî kir
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Etîketan:
    PKK, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de