09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    KCD

    KCD: Hûnê nikaribin bi qetilkirinê re me ji rêya me vegerînin

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê kuştina siyasetmedaren kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de daxuyaniyek weşand.

    Navenda Nuçeyan — KCDê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: ‘Hikûmeta AKPê li hemberî daxwazên meşrû û berxwedana mafdar a gelê me, bi binpêkirina hiqûqa gerdûnî, binpêkirina nirxên wijdanî û exlaqî re sûcê şer dike. Li hemberî gelê me yê sivîl, komkujiyan dike.'

    KCDê nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd ên jin da û destnîşan kir ku çi tê kirin bila bê kirin, wê gel ji rêya xwe venegere.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêkanîn û rêbazên faşîzmê piştî 70 salan ji aliyê AKPê ve li hemberî gelê kurd tên bikaranîn û wiha hat gotin: ‘Mîna faşîzma Hîtler, bi pêkanînên jenosîdê re dixwaze hemû reng û nasnameyan tine bike, bi projeya afirandina civak û mirovê yek tîp re gelê Kurd û hêzên demokratîk qetil dike, bi komî binçav dike, digire, bajaran bi doman dorpêç dike û di bin navê qedexeya derketina derve de wehşteke li dijî mirovahiyê dike.'

    3 jinên siyasetmedar ên kurd li Sîlopiyê hatin qetilkirin
    3 jinên siyasetmedar ên kurd li Sîlopiyê hatin qetilkirin

    Daxuyanî bi vî rengî dewam kir: ‘Encama herî dawî ya van polîtîka û pêkanînên bi mehan e tê meşandin, di 06.01.2016an de li Silopiyayê pêk hat. Siyasetmedarên Kurd ên jin ku bi awayekî qanûnî û demokratîk siyaset dikirin, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJAyê Fatma Ûyar, bi zanebûn hedef hatin girtin û bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Em van êrîş û komkujiyên li hemberî gelê me yê sivîl, li hemberî siyasetmedar û saziyên me bi tundî şermezar û lenet dikin.'

    KCDê ji gelê kurd, malbatan û KJAyê re sersaxî xwest û got: ‘Tu ji van êrîş û komkujiyan wê nikaribin berxwedana mafdar û rewa ya gelê me têk bibin. Em bi awayekî zelal dibêjin; gelê me wê ji rêya xwe venegere.'

    Bi heman mijarî:

    3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin
    DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin
    Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
    Li Cizîrê zarokekî 12 salî hate qetlkirin
    Li Şirnexê 5 tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin
    Nûçegihana JÎNHAyê Rojda Oguz hat binçavkirin
    Baydemir: "Ey Xweda, tu vê zilmê nehêlî."
    Etîketan:
    Kongreya Jinên Azad (KJA), KCD, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de