20:08 18 Hezîran 2018
Kamuran Yuksek û Emîne Ayna

DBP: Her sê jin bi îşkenceyê hatin qetilkirin

© Foto : DBP Navend
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê Giştî yê DBPê Yuksek da xuyakirin, ku sê siyasetmedarên jin ji aliyê dewletê ve bi îşkenceyê hatine qetilkirin û got: 'Hûnê hesab bidin.'

Amed - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Kamûran Yuksek û Emîne Ayna, derbarê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin, Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr û Aktîvîsta KJAyê Fatma Ûyar de, li avahiya Navenda Giştî ya DBPê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Kamuran Yuksek got: ‘Ji meha Tîrmehê heya niha 215 sivîl ji aliyê dewleta AKPê ve hatiye qetilkirin. Em bi hikûmeteke kujer re rû bi rû ne.' Yuksek, derbarê qetilkirina 3 siyastmederan jinên kurd de jî agahiyên girîng ên ku destnîşan dike ku hatine înfaz kirin, bi raya giştî re parve kir.

Yuksek da zanîn ku dema endama Meclîsa Partiyê Sêvê Demîr û koma li gel wê xwestine ji Taxa Karşiyakayê derbasî Taxa Yeşiltepeyê bibin rastî êrîşê hatine û wiha axivî: ‘Dema derbas dibin ji aliyê leşker û polîsan ve têne gulebaran kirin. Ev kom 8 kes in. Ji nav komê hevalekî me yê birîndar saet di 19.35an de li hevseroka me ya navçeyê digere û dibêje ew birîndar in. Me jî ev agahî bihîst û em ketin nav hin hewldanan.

Yuksek wiha got: ‘Em bi rêya Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken re, bi Wezîrê Karên Hundir û Musteşarê Cemaweriyê re ketin têkiliyê. Ev axaftina me saet di 21.30'an de pêk hat. Piştî axaftinê, rayedarên ku li me vegeriyan diyar kirin ku li rayedarên herêmî geriyane û rewşek bi vî rengî tine ye, herêma ku tê behskirin herêma şer e û daxwaza me hate redkirin. Ji me re gotin ti sivîl birîndar nebûye. Ev rewş bi saetan berdewam kir. Saet derdora 01.00an de ambûlansa şaredariyê diçe û cenazeyên 3 hevalên me yên jin digire. Di nav vê demê de we çi kir?'

Yuksek da zanîn ku raporên otopsiyê yên her 3 jinên siyasetmedar di destên wan de ye û wiha berdewam kir: ‘Ev hevalên me di wê rewşê de ne ku rûyê wan nayê nasîn, teşhîsa wan nayê kirin. We çi kir? Nexwe dema we xwe gihand van kesan birîndar bûn û we bi îşkenceyê qetil kir. Waliyê Şirnexê hevalên me yên birîndar qetil kiriye. Rastî ev e.'

Bi heman mijarî:

Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'
3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin
Li Cizîrê zarokekî 12 salî hate qetlkirin
Baydemir: "Ey Xweda, tu vê zilmê nehêlî."
Nûçegihana JÎNHAyê Rojda Oguz hat binçavkirin
Li Şirnexê 5 tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin
Etîketan:
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Sêvê Demîr, Emîne Ayna, Kamuran Yuksek, Sîlopî, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de