00:44 24 Hezîran 2018
Îdrîs Baluken

Baluken: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatin înfazkirin'

© Foto : AA/ Murat Kaynak
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken, ku beriya 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê bên kuştin bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin dikir got: ‘3 hevalên me yên jin bi zanebûn hatine înfazkirin.'

Enqere - Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken, ku dema agahiya birîndarbûna 3 jinên kurd ên siyasetmedar ji wan re hat, bi rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Hundir û Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê re hevdîtin dikirin, derbarê vê hevdîtinê de agahî da.

Baluken ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û anî ziman ku piştî ji wan re hat gotin, 'Sêvê Demîr û 3-4 sivîl birîndar in' wan dest bi hevdîtinan kirin û got: ‘3-4 caran em li ser hev li wan geriyan. Me ji wan re gotin ku divê ambûlans ji cihê Sêvê Demîr û yên pê re birîndar bûne bê şandin û wan rakin nexweşxaneyê.'

Baluken diyar kir ku ev bersiv ji wan re hatiye dayîn: ‘Li gorî agahiyên ji Walîtiya Şirnexê gihaştine ber destê me, li herêmê şer heye, lewma ambûlans nikare biçe. Me ji Silopiyayê ji herêmê agahî werdigirt, ku şer nîne û me ji wan re radigihand ku fikarên wan li ser înfazkirinê hene. Ambûlans neşandin. Di dawiya dawî de agahiyên ji me re hatibû dayîn, piştrast bû. Bi zanebûn înfaz kirin.'

Baluken ragihand ku wan bi taybetî navê Endama Meclîsa Partiyê ya DBPê Sêvê Demîr dane û got: ‘Lê belê hewldanên me bê encam man.'

'POLÊSAN NEHIŞTIN SERBIJÎŞK JÎ BIKEVE HUNDIRÊ NEXWEŞXANEYÊ'

Baluken anî ziman ku dema cenaze rakirin nexweşxaneyê jî agahî ji wan re nehatiye dayîn û got: ‘Ji rakirina cenazeyan heta otopsiyê ti agahî ji me re nehat dayîn. Duh em gelek caran bi Alîkar û Musteşarê Wezîrê Karên Derve re axivîn. Me ji wan re gotin ku 4 cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û dibe ku yên hevalên me yên ku ji duh ve em rewşa wan radigihînin, bin. Lê dîsa jî agahî nedan. Tîmên taybet duh tevahiya rojê deriyê morgê kilît kiriye, mifte bi xwe re biriye û hiştiye serbijîşk jî bikeve hundir. Nehiştin parlamenterên me yên Şirnexê jî bikevin nava nexweşxaneyê.'

Bi heman mijarî:

3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin
Serokê Partiya Keskan: Sîstema ku Erdogan dixwaze em jê re dibêjin dîktatorî
Li Şirnexê 5 tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin
Nûçegihana JÎNHAyê Rojda Oguz hat binçavkirin
Baydemir: "Ey Xweda, tu vê zilmê nehêlî."
Etîketan:
HDP, Sêvê Demîr, Îdrîs Baluken, Sîlopî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de