23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    NATO

    Rayedarê HDPê: NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye

    © Flickr/ Nicolas Raymond
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Cîgirê berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nazmî Gur destnîşan kir ku NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nazmî Gur derbarê midexaleya NATOyê ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got, NATO di dîroka xwe de tucarî midexaleya şerê navxweyî nekiriye, statuya NATOyê ne minasib e.

    Her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle gotibû heke di nava Tirkiyeyê şerekî navxweyî derkeve NATO li gorî madeya 5emîn dikare midexaleya Tirkiyeyê bike.

    Nazmî Gurê HDPeyî axaftinên Dîcle şîrove kir û got, NATO yekîtiyeke leşkeri ye, dewletên NATOyê dema endamekî wan têkeve xeteriyê dikarin midexale bikin. Piştgiriya NATOyê carna li ser daxwaza dewletên endan carinan jî bi biryara wê ye.

    Tenê dikare zoriyeke siyasî bike

    Gur di berdewwamiya axaftina xwe de got, NATOyê heta niha ji bo şer û gengeşiyên navxweyî midexale nekiriye, di dîroka wê de tiştekî wiha tuneye. Dibe Dîcle ev gotibe, ‘em endamê NATOyê hişyar dikin. NATO dikare zoriyeke siyasî û demokratîk li ser Tirkiyeyê bike.' Divê em banga Dîcle wekî midexaleyeke siyasî nenirxînin, lewma NATO midexaleya kare navxweyî yê endamê xwe nake.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    TAYBET - Parlementerê HDPê: Dewletê 20 rojan de 29 kes kuşt!
    Hevseroka HDPê ya Mûşê hate girtin
    Polêsan bi çekan li Parlementerê HDPê mudaxele kirin
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Hevdîtina Serokwezîr û HDPê hat betalkirin
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Nazmî Gur, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de