00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Di navbera DAIŞ û Erebîstana Siûdî de cudatî heye gelo?

    DAIŞê, Erebîstana Siûdî tehdîd kir

    © Foto: khamenei.ir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    DAIŞê, Erebîstana Siûdî ku 43 jê endamê El Qaîde 47 kes îdam kiribûn tehdîd kir û got, em ê wan girtîgehan serûbin bikin û wan mehkuman serberst berdin.

    Navenda Nûçeyan — DAIŞê, Erebîstana Siûdî ku 43 jê endamê El Qaîde 47 kes îdam kiribûn tehdîd kir û got, em ê wan girtîgehan serûbin bikin û wan mehkuman serberst berdin.

    Rêxistina terorîst DAIŞê di demên dawî de çend êriş li Erebîstana Siûdî û li Yemenê kiribûn û niha jî bi serbest berdana mehkumên girtî Siûdî tehdîd kir.

    DAIŞ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girtîgehên El Heîr û Terfiyayê û got, em tim dixwazin mehkumên girtî serbest berdin, lê serbest berdana mehkuman hetanî rêvebiriya zalim ji holê neyê rakirin û girtigeh neyên xerakirin ne gengez e.

    Erebîstana Siûdî roja şemiyê 47 kes îdam kiribûn û bi taybetî îdama Ayetullah Nemir Baqir el Nemir Îranê rakiribû piya û îraniyan balyoz û konsulxaneyên Siûdî şewitandibûn. Li ser van kiryarên Îranê, Erebîstana Siûdî, Bahreyn û Kuweytê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk qut kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin
    Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî
    Erebîstana Siûdî li Hewlêrê balyozxaneyê vedike
    Grûbên mixalif yên sûriyayî li Erebîstana Siûdî dicivin
    Li Erebîstana Siûdî şer: 2 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de