13:30 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serdegirtin, binçavkirin

    Li Wan û Edirneyê operasyona binçavkirinê

    © Foto: AA / Ahmet Dumanlı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1001

    Li bajarê Edirneyê 13, li Wanê 2 û li Îzmîrê jî 2 kes ji terefê polêsên tevgera taybet ve hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Edirneyê, polêsên tevgera taybet berê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Ayşe Kadin û Şukru Paşa. Di serdegirtinên bi îdîaya "propaganda rêxistinê hatiye kirin" de, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Selahattîn Karatoprak jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.

    Her wiha li Wanê, polêsan avêtin ser du malên li taxên Seyît Fehîm Arvasî û Xaçortê. Di operasyonê de ajokarê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Abdurrahman Abî û parêzvanê wî Muslum Aslan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Abî û Aslan nehat zanîn. Li gorî agahiyan Abî û Aslan birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

    Ji aliyê din ve li navçeya Konaka Îzmîrê jî, polêsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxa Çîmentepeyê. Di serdegirtinan de 2 kesên navên wan nehat hînbûn, hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Nûçegihana JÎNHAyê Rojda Oguz hat binçavkirin
    Hevşaredarê Kopê hate binçavkirin
    Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
    Li Edeneyê 16 kes hatin binçavkirin
    Li Edeneyê pêla operasyona binçavkirinê
    Etîketan:
    Polêsên Taybet, HDP, Selahattîn Karatoprak, Muslum Aslan, Abdurrahman Abî, Îzmîr, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de