08:47 22 Hezîran 2018
Polêsê tirk

Li Şirnexê 5 tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin

/ Emrah Gurel
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê li dijî wesayîta polêsan êriş pêk hat û di encamê de 5 polêsên tîmên taybet hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku êrişa li dijî wesayîta polêsan duh êvarê di saet 02:00an de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku di encama êrişa pêk hati de 5 polês hatine kuştin û vê çalakiyê YPSê girt ser xwe.

Ji hêla din ve li gorî nûçeyê YPS-Şirnexê daxuyanî daye û diyar kiriye ku li Şirnexê jî çawîşeke pispor ji hêla hêzên wan ve hatiye kuştin.

YPSê herwiha destnîşan kir ku duh bi şevsaet di 09:30 de li hemberî kulûbeya nobedê ya li pêşiya mala polîsan a li taxa Ataturkê ku 5 polîs tê de bûn, çalakiya bi roketê hatiye lidarxistin. Lê belê hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin.

Derbarê van mijaran de ji hêla rayedarên artêşa tirk tu agahî bi dest neket.

Bi heman mijarî:

Polêsan li bajarê Şirnexê 2 welatî kuştin
CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'
Du welatiyên sivîl li Şirnexê birîndar bûn
Li navçeya Cizîra Şirnexê jineke din jî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Hezexa Şirnexê teqîn: 3 welatî hatin kuştin û 3 jî birîndar in
Etîketan:
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), Şirnex, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de