21:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Aşît

    Li bajarê Wanê aşît bi ser wesayîta rêwiyan de ket: 1 mirî

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wesayîta ku 14 rêwî têde bûn û ji bajarê Wanê ber bi navçeya Şaxê ve diçû di bin aşîtê de ma.

    Navenda Nûçeyan — Wesayîta ku 14 rêwî têde bûn û ji bajarê Wanê ber bi navçeya Şaxê ve diçû dema 10 kîlometreyan nêzîkî navçeyê bû di bin aşîtê de ma.

    Hat ragehandin, rêwîyan dema xwestine bo wesayîtê rê paqij bikin, aşît bi ser wan de hatiye û kesê bi navê Cebbar Kaçan canê xwe ji dest da.

    4 jinên ku tevî wesayîtê dibin aşîtê de mabûn ji hêla rêwiyan ve hatin rizgarkirin.

    Li ser agahdarkirinê, welatî û hêzên hawarçûna navçeya Şaxê, rêwî bi selametî gihandin navçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Pîranşar bê cêran e; Wezareta Enerjiyê ya Îranê ne li wan deran e
    Li Wanê pevçûn, hevserokê HDPê yê bajêr birîndar bû
    Li Wanê erdhêj pêk hat
    Li Wanê qeza qewimî: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû
    Li Wanê ji bo Tahîr Elçî çalakî
    Etîketan:
    Cebbar Kaçan, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de