07:37 21 Tebax 2017
Zindî
    Abdullah Ocalan

    'Derbarê rewşa Ocalan de demildest daxuyanî bê dayin!'

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 147210

    Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî got: ‘Derbarê tenduristî û şertên fizîkî yên Birêz Ocalan fikarên me bi awayekî cîdî zêde dibin.'

    Navenda Nûçeyan — Derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin, Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî jî daxuyanî da.

    Platformê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: ‘Ji Birêz Ocalan ku ji 27ê Tirmehê 2011an bi parêzerên wî, ji 6ê Cotmehê 2014an ve bi malbat û wasiyê wî, ji 5ê Nîsanê 2015an ve bi heyetên siyasî re hevdîtin hatine astengkirin, bi awayekî objektîf girtina agahiyan êdî bê îmkan kirine.'

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê platformê di daxuyaniya xwe de got: ‘Em fêr bûn ku girtiyên din ên li Girava Îmraliyê, Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş sirgûnî Girtîgeha Sîlîvrî hatine kirin, hevdîtina van muwekîlan li Girtîgeha Sîlîvrî ya bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin re hatiye astengkirin û ji aliyê rayedaran ve tu daxuyanî nehatiye dayin.'

    'Agahiyên tatmînkar nayên dayîn'

    ‘Bêyî tu spartekên qanûnî û hiqûqî hebe, astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan bi parêzerên wî re, tu agahiyên têkîldarî şert û tenduristiya wî yên tatmînkar nayên dayin, ev bi xwe îhlalek giran e; şandina girtiyên Îmraliyê bi vî şiklî Sîlîvriyê, astengkirina hevdîtina bi parêzeran re û rewşa agahî nedayinê, ne tenê îhlalek hiqûqî ye, di heman demê de helwestek nefretê zêde dike û kêfîyetek nîşana ku wê dewlet îhlalên xwe bi zêdekirinê bidomîne ye!'

    'Fikarên me bi awayek cidî zêde dibin'

    Platformê, fikarên xwe yên derbarê mijarê de bi van gotinan anî ziman: ‘Fikarên me yên têkîldarî tenduristî û şertên fizîkî yên Birêz Ocalan û hewldanên ku Tirkiye xistina nav pevçûnên hê xurttir, bi awayekî cîdî zêde dibin.'

    'Qenalên têkiliya bi Ocalan re vekin'

    Platformê, di berdewamiya daxuyaniyê de daxwaz û bangên xwe wiha rêz kir: ‘Em bang dikin ku Wezareta Edaletê û saziyên rayedar demildest daxuyaniyek tatmînkar bidin; bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qenalên têkîliyan vekin; bêyî rê ji fikaran re vekin divê hevdîtinên bi heyetan bi awayekî objektîf pêk were, bi raya giştî re agahiyên ronîker bên parvekirin; der heqê girtiyên ji Îmraliyê şandine Sîlîvriyê jî daxuyaniyên tatmînkar bên dayin; em tevahî raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navneteweyî dawet dikin ku şopdarê vê pirsgirêka hiqûqî û polîtîk bin!'

    Bi heman mijarî:

    Onder: ‘Eger Ocalan jiyana xwe ji dest bide...
    Ocalan: Hûn ê siyaseten li pişt gotina xwe bisekinin?
    Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
    Buldan: 'Em ji bo tenduristiya Ocalan bi fikar in'
    Ocalan: Ev 7 meh in haya me jê tuneye
    Etîketan:
    Platforma Ji Bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Abdullah Ocalan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de