07:53 24 Tebax 2017
Zindî
    Erdogan

    Rojnamevanê elmanî: ‘Erdogan dîn bûye!'

    © Foto: Haber Sol
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46411

    Dengê hevpar a çapemeniya Ewropayê ew w ku derbarê êrişên li bajarê kurdan tê kirin de dibêjin Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan li hemberî kurdan zilmê dike û li ser rêyeke şaş e.

    Navenda Nûçeyan — Di şîroveya bi sernavê ‘Erdogans Amoklauf' (ku tê wateya ‘Dînbûna Erdogan') de  nivîskar Paul Lendvai wiha got:

    ‘Piştî şerê ji 1984ê ve di navbera PKKê û Tirkiyê de, bi 40.000 însan hate kuştin, wiha xuya dikir ku hevdîtinên navbera hikûmetê û Serokê PKKê Abdullah Ocalan de rêya pêvajoyeke aştiyê vekirine, lê di hilbijartinên 7ê Hezîranê de serkeftina HDPê ji hêla Erdogan ve ne hat qebûlkirin û Erdogan siyaseta xwe bi temamî guherand.'

    Lendvai wiha got: ‘Di heman demê de Erdogan bi fermî fermana operasyoneke berfireh ya leşkerî  ‘ji bo jinavbirina PKKê' bi çekên giran da, lê di rastiyê de ji ber qedexeya bi hefteyan a derketina ev operasyon li hemberî gelê kurd bû.'

    Nivîskarê navdar ji ber bêdengiyê welatê ewropayî jî rexne kir û wiha got: ‘Hesabê vê bêdengiyê li ser rewşa li welatekî berendamê Yekîtiya Ewropayê dikare ji wê ‘rişweta' ji bo pêşilêgirtina koçberan hêj bilindtir be.'

    Bi heman mijarî:

    3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin
    Kurdên li Swisreyê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
    Hevşaredarê Kopê hate binçavkirin
    Li Sûrê şer: Cerdevanek hate kuştin
    Etîketan:
    HDP, AKP, Paul Lendvai, Recep Tayyip Erdogan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de