02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, tîmên taybet

    3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Li Sîlopiyê 3 kesên ku hatin kuştin hate hinbûn ku Endama Meclîsa DBPê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir û aktîvîsta KJAyê Fatma Uyar in. Cenazeyê zilamê ku hate kuştin aydî kê ye hêj nehat zelalkirin.

    3 jinên siyasetmedar ên kurd li Sîlopiyê hatin qetilkirin
    3 jinên siyasetmedar ên kurd li Sîlopiyê hatin qetilkirin

    Şirnex -Şevê din li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê demek dirêj bi wesayîtên zirxî hatibû gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyên wan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.

    Parlementerên HDPê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji bo ku derbarê cenazeyan de agahiyan bigirin çûbûn nexweşxaneyê lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn astengkirin.

    3 cenaze şandin Şirnexê

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku di seatên êvarê de 3 cenaze şandin Morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Parlementerên HDP'ê Leyla Bîrlîk û Îbrahîm Ayhan çûn nexweşxaneyê û bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anîn. Bîrlîk piştî hevdîtinê derbarê  hevdîtinê de agahî dan û got cenaze ayîdî Endama Meclîsas DBPê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJAyê Fatma Uyar in. Bîrlîk anî ziman ku cenazeyê ayîdî zilamekî jî ber rûyê wî nayê nasîn nizanin ayîdî kê ye.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên li Swisreyê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
    Amed bi berfê xemiliye
    Di lîsteya 100 gogbazên herî biha de Lionel Messi bû yekemîn
    Li Sûrê şer: Cerdevanek hate kuştin
    Demirtaş: AKP wê berdêleke giran bide
    Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
    Etîketan:
    KJA, DBP, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Şirnex, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de