02:16 18 Tebax 2017
Zindî
    Binçevkirin

    Hevşaredarê Kopê hate binçavkirin

    © Foto: Şaredarîya Kop'e
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li bajarên kurdan li dijî siyasetmedarên kurd operasyon dewam dike. Herî dawî Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelik jî hate binçavkirin.

    Mûş - Li navçeya Kopê ya Mûşê ji 100î zêdetir polês û tîmên taybet bi ser Rêxistina DBPê ya Kopê û Mala Piştevaniyê ya Perwerdehiyê de girtin.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku serdegirtin bi biryara dozgeriyê pêk hatiye û li avahiyan 3-4 saet lêgerîn hatine kirin.

    Piştî lêgerînê Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk, Alîkarê Hevşaredar Mahfuz Selvî, rêveberên DBPê yên navçeyê Aydin Çelîk, Ayhan Tokyay, Naîm Şahîn û Abdurrahman Bingol jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

    Polês piştî binçavkirinan ji avahiyê derketin gelek belge, poster û pirtûk jî bi xwe re birin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan a Kopê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Mersînê Hevşaredarê Akdenizê Turk jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin
    Hevşaredarê Pirsûsê serbest hat berdan
    Hevşaredarê Pirsûsê hat binçavkirin
    Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Hevşaredarê Şemrexê jî nav de 9 kes hatin girtin
    Etîketan:
    DBP, Abdurrahman Bingol, Naîm Şahîn, Ayhan Tokyay, Aydin Çelîk, Mahfuz Selvî, Rahmî Çelîk, Mûş, Kop
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de