16:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Turk

    Ahmet Turk: ‘Di nav partiya me de nêrînên dijber tune ye'

    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nûçeya rojnameya Starê bi tundî derewand.

    Navenda Nûçeyan - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nûçeya rojnameya Starê ya ‘Ahmet Turk û Sirri Sakik resta xendekan kişandin PKK'ê' derewand.

    Di tekzîpa derbarê mijarê de wiha hat gotin: ‘…daxuyanî û nûçeyên tê îdîakirin ku aîdî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk e, yek hevoka wê jî ne rast e, bi temamî xwe derveyî rasyiyê ye.'

    Ahmet Turk wiha got: ‘Turk wiha got: ‘Em dizanin ku armanca vê nûçeyê ji bo moralê gelê me xerakirin e. Di pêvajoya Elmanyaya Hîtler de çawa Goebbles ji bo moralê gel xera bike û têkoşînê qut bike propaganda meşandibû, îro bi heman şêwazî desthilatdariya niha jî bi medyaya alîgir dimeşîne. Hewl didin nêrînek wek di nav partiya me de nêrînên dijber hene ava bikin. Ji roja me dest bi siyasetê kir heta niha jî me perspektîfên gelê xwe û partiya xwe esas wergirtine. Di vê mijarê de me li cem têkoşîna gelê xwe cih girt. Ji bo em karibin bi gelê xwe re pêşeroja xwe ya demokratîk diyar bikin, em ê xebat û siyaseta xwe bi bîryardarî bimeşînin'

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
    Ahmet Turk: Kurd nebin aştî nayê Rojhilata Navîn
    Demirtaş: AKP wê berdêleke giran bide
    Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmet Turk, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de