02:14 24 Tebax 2017
Zindî
    davutoglu

    Davutoglu: Pêşeroja Amedê ne ji Moskovayê ji Enqereyê derbas dibe

    © Foto: Ak Parti merkez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku pêşeroja Amedê ne ji Moskovayê ji Enqereyê derbas dibe.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu vêcarê jî Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi gotinên ‘pêşeroja Amedê ne ji Moskovayê ji Enqereyê derbas dibe' rexne kir.

    Davutoglu di civîna gruba partiya xwe ya meclîsê de axivî û got, ji bo hûrmeta dengdêran me ji HDPê daxwaza hevdîtinê kir û ji bo ku ne cidî bûn me hevdîtin betal kir. Ew ne di meqamên ku hisap bipirsin de ne, ew di meqamê hisap dayînê de ne. Me hisabê xwe da gel.

    Yên ku zarokan dişinin xendekan dê hisab bidin

    Ahmet Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, Tirkiyeyîbûn ji Moskovayê derbas nabe. Wê hîn bibin ku rêya Amedê ne ji Moskovayê derbas dibe. Ez bangî yên ku parastina xweseriyê diparêzin dikim. Çima zarokên we ne li wir in? Kesên ku wan zaroka dişinin wan xendekan wê hisab bidin. Çima li taxên we yên luks xendek tunin. Ez soz didim kesên ku malên xwe terikandine. Hûnê vegerin malên xwe û em ê malên we ji nû ve ava bikin û em ê hemû birînan derman bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Divê em bi Davutoglu re hevdîtinê bikin
    Davutoglu derbaskirina PYDê ya Çemê Firatê qebûl nake
    Davutoglu: 'Bila çaya qaçax li Qendilê vexwin'
    Di hevdîtina Davutoglu û Barzanî de kîjan mijar derketin pêş
    HDP daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl kir
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Selahatîn Demîrtaş, Ahmet Davutoglu, Amed, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de