02:14 24 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: AKP wê berdêleke giran bide

    © Foto: HDP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7610

    Selahattin Demirtaş ku li Meclisê civîna çapemeniyê pêk anî û got: ‘Ew bi xwe derketiye û dibêje ‘ez hesap nadim.' Tu ji me reviyayî, lê tu dê çawa ji Ezrayîl birevî?'

    Enqere - Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê mijarên rojevê de nirxandinên xwe anî ziman.

    Li civîna ku Cîgirên Koma HDPê Îdrîs Baluken û Çaglar Demirel jî amede bûn, Demirtaş axivî û diyar kir ku wan îro pêkanîna civîna komê ya jinan pilansaz kirine, lê ji ber rewşa hewayê Yuksekdag nekaribûye bê Enqereyê û ji ber wê jî betal kirine.
    Demirtaş pirsa ‘Kê gotiye pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye' kir û wiha berdewam kir: ‘Bila bersivê bidin vê pirsa hêsan. Kê ev pêyv gotibe ew ji her tiştî berpirsiyar e. Lê wekî ku HDP pêvajoyê daye rawestandin, xendekan kolandiye, tang û topan HDP'ê rêkiriye navçeyan daxuyaniyan didin. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin hemû gunehê vî welatî dixin stûyê HDPê. Lê hûn nikarin xwe wiha rizgar bikin.'

    ‘Hesabê ku AKP bide dê pir giran be'

    Demirtaş anî ziman ku ew ne li bendê ne ku her kes sedî sed bi HDPê bawer bibe û wiha pê de çû: ‘Lê her kesên ku xwediyê wicdan in divê tiştên ku diqewimin baş fêm bikin. Her tişt di bin destê AKPê de ne. Li cihê ku AKP li hemberî mirinan hesabê bide hesap dipirse. Dê fatûraya ku AKP bide pir giran be. Li gel hemû zilm û mirinan jî kurd hê jî ji bo jiyana bi hev re di nava hewldanan de ne.'

    ‘Tu dê ji randevûya xwe ya bi Ezraîl re jî birevî?'

    Demirtaş wiha got: ‘Cenazeyên sivîlên ku tên qetilkirin li erdê ji bo rizî bibin tên rawestandin. Destûr nadin ku cenaze bên wergirtin. Cenazeyê dayika Taybet ku temenê wê 70'ê sali ye bi rojan li ser rê hat rawestandin. Me gotibû em ê pirsa rawestandina cenazeyê dayika Taybet bipirsin. Lê derketiye televîzyonan û dibêje ‘ez hesap napirsim.' Tû ji me reviyay tû yê ji Ezraîl çawa birevî? Dê teqez hesabê vê yekê bê pirsîn. Dê ev pirs li axîretê bê pirsîn. Dayik li Amedê ji bo bigihîjin cenazeyên zarokên xwe dest bi grevên birçîbûnê kirine. Serokwezîrê vî welatî destûr nade. Cenazeyên li Amedê ji rizîbûnê re hîştine. Hin ji wan 10 roj in û hin ji wan jî 15 roj in li erdê ne. Qaşo em nikarin van pirsan ji Serokwezîr bipirsin. Dema em dixwazin pirs bikin jî randevûyê betal dikin.'

    ‘HDP ji muzakereyê re vekiriye'

    Demirtaş ji pirsa ‘Hûn banga aştiyê dikin lê ji bo aştiyê formulasyonek we he ye' re jî vê bersivê da: ‘Me ji parlementoyê re formulek pêşniyar kir. Bila li parlementoyê hemû partî bên gel hev û komîsyonek ava bike û vê xebatê bimeşîne. Bila ji vê yekê jî komîsyon berpirsiyar be. Em tu car ji tu diyalog û muzakereyê re girtî nîn in.'

    ‘Me aliyê xwe zûda diyar kiriye: Em li cem gel in'

    Demirtaş ji Serokwezîr re wiha got: ‘Hûn her şev ji Qesrê re hesab didin û ji vê yekê jî şerm nakin. Hûn ji hesapdayina gel şerm dikin gelo? Em ji bo hesabpirsînê hatin. Dibêjin em hesap nadin HDPê û muxalefetê. Êdî hîn bûne hesabê nadin tu kesî. Hûn hesabê qetilkirina zarok û pitikan nadin. Em ê li gel AKP ya ku dibêje ‘em ê mal bi mal paqij bikin' cih negirin û li cem gelê xwe cih bigirin.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Tercîh ne ya me ya hikumetê ye
    Demirtaş: ‘Kurd xwe xilas dikin û hûn jî werin tevli vê xilasbûnê bibin'
    Medyaya tirk bi ser Rûsyayê re dijminatiya Demirtaş kirin
    Demirtaş: Divê daxwaza statuya gelê Kurd were dîtin
    Demirtaş: ‘Em civakeke bêdewlet in û AKP jî DAIŞa Tirkiyayê ye’
    Demirtaş: 'Duh gef li Pûtîn dixwarin, îro vegeriyane pisîkan'
    Selahattîn Demirtaş: Hûn ancax dikarin kanalîzasyonên vî welatî paqij bikin
    Mal û milkên Demirtaş û Yuksekdag hatin eşkerekirin
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Çaglar Demirel, Îdrîs Baluken, Selahattin Demirtaş, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de