10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    YPJ

    TAYBET - Fermandara YPJê: Dinya dît ku jin çawa li dijî DAIŞê şer dikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 45 0 0

    Fermandara Yekîneyên Parastin yên Jin (YPJ) Şervîn Rojava, piştî şerê YPJê yê bi DAIŞê re dinya bû şahid ku jin çawa şer dikin.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — Fermandara Yekîneyên Parastin yên Jin (YPJ) ku wekî baskê YPG yê jin tê zanîn Şervîn Rojava derbarê şerê DAIŞ û grûbên terorîst de ji nûçegihanê Spûtnîkê re axivî û got, piştî şerê YPJê yê bi DAIŞê re dinya bû şahid ku jin çawa şer dikin. Em wekî hêzên YPJê tim li hemberî êrişan amade ne.

    Şervîn Rojava di axaftina xwe de got, YPJ di sala 2013an de ava bû û ji wê deme heta niha di pevçûnan de roleke girîng lîst. Bi YPGê re li hemberî DAIŞ, El Nûsra û grûbên cihadîst û selefî şer dikin. Her çikas di sala 2013an bi konferansekê YPJ hatibe avakirin jî berî hinga bi YPGê re li Efrîn û Serêkaniyê me di şer cih de cih digirt. Bêyî parastinê civak nikare bijî, çek ji bo me ne armanc e wesayît e.

    Di nava refên YPJê de şervanên biyanî jî hene

    Rojava di dirêjiya axaftina xwe de got, din ava refên YPJê de şervanên biyanî jî hene. Ji Almanya û jig elek cihên din tên tevlî sefên YPJê dibin. Jineke alman ku navê wê Îvana bû di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Di nava YPJê de ereb, sûryanî û jig elek netewwan şervan hene. Di şerê terorîstan de em nikarin hejmarekê bidin lê kuştiyên me çêbûn.

    YPJ hêzeke parastinî ye

    Şervîn Rojava di dawiya axaftina xwe de got, YPJê bi şerê Kobanî û Tilhemîsê prestij bi dest xist. YPJê bi şerê xwe yê dijî DAIŞê xwe ji dinyayê re îspat kir ku jin jî dikarin şer bikin û berxwe bidin. YPJ ne avahiyeke leşkerî ye, hêzeke parastinî ye. Em wekî YPJ akademiyên me hene û em perwerdeyê didin. Perwerdeyên me yên ji bo amadehiyên pêşerojê jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye li Rojava êrîşî baregehên YPGê dike
    Erdogan: ‘Em destûrê nadin ku YPG derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe
    Li Rojava kurd bi pêş ve diçin
    ROJAVA – SÛRIYA: Diyalog-hevdîtin-muzakere
    YPG: Êrişên artêşa tirk û rêxistinên xwînrij ên li dijî Rojava dewam dikin
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, YPG, YPJ, Şervîn Rojava, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de