11:00 20 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona binçavkirinê

    Bi dehan kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12001

    Li bajarên kurdan û metropolên tirkiyeyê li dijî siyasetmedarên kurd operasyon berdewam dike Li Tetwan, Amed, Çewlik, Agirî û Şirnexê bi dehan kes hatin binçavkirin, herî kêm 2 kes hatin girtin.

    TETWAN

    Li navçeya Bedlîs Tetwanê, hêzên dewletê danê sibehê avêtin ser gelek malên li navenda navçeyê û gundên Êz û Xizorkînê. Di operasyonan de rêveberên DBP û HDPê yên navçeyê jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Tetwanê. Navên hin kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Şakir Kayitbey, Ugur Atal, Mehmet Gulen, Ahmet Piral, Murat Nurdugan, Abdullah Akbay, Mehmet Akbay, Nevroz Bozan, Cesim Başbaga, Taner Beyazit, Huseyin Baba.

    AMED

    Li navçeya Amed Sûrê, polêsan danê sibehê avêtin ser Meclîsa Taxa Îskenderpaşayê ku ev 15 roj in çalakiya nobedê lê heye. Di serdegirtinan de 2 kesên li avahiya meclîsê, kesek jî li taxê hatin binçavkirin.

    ÇEWLIK

    Li Çewlikê ji 10 kesên hatin binçavkirin Sozdar Acar û Baran Aydin bi îdîaya ‘xerakirina sîstema destûra bingehîn' hatin girtin. Parêzerê binçavkiriyan Omer Faûrk Hulaku diyar kir ku polêsan di binê çavan de li muwekîlê wan dane.

    PATNOS

    Li navçeya Agirî Patnosê, di serdegirtinên li malan ên danê sibehê de li Taxa 14 Nîsanê, nûnerê MEYA-DER ê Patnosê Hamdûllah Kiliç û Melek Kartal, Sureyya Kartal û keça wan Nalan Kartal hatin binçavkirin. Her çar kes birin 3. Fermandariya Alayê ya Komando ya Jendermeyan.

    ŞIRNEX

    Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê avêtin ser hin malên li taxa Şehîd Harûn û bi dehan kes bi zorê ji malên wan derxistin û birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê. Piştî kontrola nasnameyan hin kes hatin sirgûnkirin, bi dehan kes jî di bin navê 'gumana maqûl' de hatin binçavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Edeneyê 16 kes hatin binçavkirin
    Hevşaredara Şaxê Evîn Keve hate binçavkirin
    Mele Eshed Ergul jî hate binçavkirin
    Hevşaredara Silopiyayê û ajokarê wê hatin binçavkirin
    Li dijî meşa Sûrê êriş: Gelek kes hatin binçavkirin û birîndarkirin
    Bîlonçoya îro: Nêzî 60 welatiyên kurd hatin binçavkirin, 3 kes jî hatin girtin
    Etîketan:
    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ugur Atal, Murat Nurdugan, Abdullah Akbay, Mehmet Akbay, Nevroz Bozan, Çewlik, Patnos, Tetwan, Şirnex, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de