20:19 17 Tebax 2017
Zindî
    Lêpirsîna cihê bûyerê

    Li cihê kuştina Tahir Elçî, ji 28 çekan 108 fîşek hatin berdan

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Hat ragihandin li cihê Serokê Baroya Amêdê Tahir Elçî û 2 polês ku lê hatibûn kuştin, ji 28 çekan 108 fîşek hatine berdan.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin li cihê Serokê Baroya Amêdê Tahir Elçî û 2 polês ku lê hatibûn kuştin, ji 28 çekan 108 fîşek hatine berdan. Li gorî raporta krîmînalê polês Cengiz Erdur, bi çeka Glock ya şikber Ugur Yakişir hatiye kuştin.

    Li Amedê lêpirsîna 28ê Mijdarê ku Tahir Elçî hatibû kuştin û lêpirsîna cih û delîlên krîmînal yên bûyerê bi dawî bû. Li gorî lêpirsînê, du polêsên ku li Qada Balikçilarbaşi û kolana Yenikapiya ku Elçî lê hatin kuştin, ji 108 qewanên fîşekên vala 16 jê aîdî çêkên lûledirêj bi tevahî ji 28 çekan hatine berdan.

    Li gorî agahiyên raportê li cihê bûyerê 31 qewanên vala yên çapa 7,62 ji 12 û 36 qewanên çapa 5,56 ji çar çekên lûledirêj hatine berdan. Di lêpirsîna krîmînalê de 28 qewanên çapa 9 ji 8 demançeyan û 12 qewanên çapa 9 ku polês lê hatine kuştin jî ji 4 demançeyan hatine berdan.

    Bi heman mijarî:

    Turkan Elçî: ‘Derbarê kuştina Tahir Elçî de tu tiştek nehat kirin'
    Sezgin Tanrikulu: Kuştina Tahir Elçî pilankirî bû
    Derbarê kuştina Tahir Elçî de hat xwestin ku 4 polês bên girtin
    Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû
    Tevgera Ciwanen Welatparêz yên Şoreşger derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyanî da
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Cengiz Erdur, Tahir Elçî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de