03:44 21 Tebax 2017
Zindî
    Cizîr

    Bîlançoya kuştinên li bajarên kurda: 7 kes hatin kuştin!

    © Foto: cizrenews.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 234713

    Îro ji dana sibehê heta niha li Şirnexê 6 welatiyên kurd ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin.

    Şirnex/Cizîr/Sîlopî — Hêzên dewletê ku Sîlopî û Cizîrê dorpêç kirine û 23 roj in bê navber êrişên xwe didomînin îro êrişî navenda Şirnexê jî kirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê li taxa Dicleyê ya Şirnexê îro polêsan ji wesayîta zirxî gule reşandin derdor û di encamê de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin.

    Derbarê nasnameyên welatiyan de tu agahî bi dest neket.

    Li navçeya Sîlopiyê jî ku êriş berdewam dikin 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.

    DÎHAyê ragihand ku cenaze aydî welatiyên ku duh li taxa Karşiyakayê hatin gulebarankirin in.

    Parlamenterên HDPê yên ji bo agahî bigirin çûn nexweşxaneyê jî hatin astengkirin.

    Li gorî agahiyan bûyer duh di saetên êvarê de li taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê çêbû.

    Duh êvarê hêzên dewletê li dijî taxê êriş dan destpêkirin û bi saetan wesayîtên zirşî tax gulebaran kirin. Di êrişa ku 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê de gelek welatî jî hatin birîndarkirin.

    Welatiyê bi navê Alî Tetîk (34) ê ku di 27ê Kanûnê de li Cizîrê di êrişa polêsan de giran birîndar bû, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

    Welatiyê bi navê Alî Tetîk (34) di 27'ê kanûnê de li Cizîrê di gulebarana polîsan de giran birîndar bibû û li Êlihê li nexweşxanê dihat dermankirin. Tetîk, piştî ku 9 rojan li ber xwe da, jiyana xwe ji dest da. Tetîk zewicandî û bavê 5 zarokan bû.

    Tevî Tetîk, di rewşa awarte ya di 14ê Kanûnê de hate destpêkirin de, tenê li Cizîrê 31 welatiyên sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    Nûçegîhanê rojnameya Tîmesê: ‘Navçeya Sûrê herêma şer e'
    Li Sûrê 4 leşkerên tirk hatin kuştin
    46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
    Aydar: Plana Şark Islahatê dewam dike
    Li Sûrê şer: Çawîşekî pispor hate kuştin
    Ji bo Cizîr û Sîlopiyê bangawaziya lezgîn!
    Etîketan:
    Alİ Tetik, Şirnex, Cizîr, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de