11:03 20 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Baregeha stratejîk ya leşkerî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

    © Foto: imc
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, Artêşa Sûriyeyê meha mijdarê baregeha leşkerî ya Kuweyresê ji destê DAIŞê rizgar kiribû.

    Navenda Nûçeyan - Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, Artêşa Sûriyeyê meha mijdarê baregeha leşkerî ya Kuweyresê ji destê DAIŞê rizgar kiribû, niha jî gundên derdora baregehê ji çekdarên terorîst hat paqijkirin.

    Li gorî nûçeya ajansa Farsê a nîvfermî ya Îranê, Artêşa Sûriyeyê li derdora baregeha leşkerî Kuweyresê operasyonek berfireh li dijî DAIŞê pêk anî û gelek gundên derdora baregehê bi dest xistin û di êrişên hewayî yên dijî terorîstan de gelek milîtan hatin kuştin.

    Balafirên şer yên hewayî li gundê Tel Hetabat û Necireyê baregeh û depoyê cebilxaneyan yê DAIŞê îmha kirin û rêya bajarokê Henasir ku ji bo sewqiyatê dihat bi kar anîn hat bidestxistin.

    Artêşa Sûriyeyê, bi piştgiriya balafirên şer yên Rûsyayê di meha mijdarê de baregeha leşkerî ya Kuweyresê bi dest xistibûn û ev li Helebê di operasyonên dijî DAIŞê de bibû niqteyeke girîng.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê li Hûmisê herêmeke krîtîk bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê, li Helebê li 3 niqteyan operasyon kir
    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya li dijî DAIŞê didomîne
    Artêşa Sûriyeyê derbeyek mezin li konvoya petrolê ya DAIŞê xist
    Artêşa Sûriyeyê Çiyayê Kurmênc ji terorîstan paqij kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, Kuweyres, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de