14:48 21 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Komkujên DAIŞê: Armanca me PKK bû

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 375 0 0

    Adnan Yildirim û Musa Cangozê komkujê DAIŞê ku li Enqereyê di amadehiya çalakiyan de hatin girtin, derket holê ku li gelek cihan keşf kirine.

    Navenda Nûçeyan - Adnan Yildirim û Musa Cangozê komkujê DAIŞê ku li Enqereyê di amadehiya çalakiyan de hatin girtin, derket holê ku li derdora avahiya edliyê, ewlehî meclîsê û li gelek cihan keşf kirine.

    Armanca me PKK bû

    Cangozê ku hat girtin di jêpirsîna xwe de got, min 20 rojan li Reqqayê di çêkirina bombeyan de perwerdeyî dît. Dema ez vegeriyam Enqereyê êlekê xwe yê bombeye min bi xwe amade kir, lewma armanca me ku me derbeyên giran li PKKê bidana.

    Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, îfadeya şikberên DAIŞê wiha çêbû, Cangoz û Yildirim li Sûriyeyê di perwerdehî yê de hev nasîn. Armanca hevpar ya herdu şikberan jî PKK bû. Piştî perwerdeya 20 rojan herdu derbasî Tirkiyeyê bûn. Herdu şikberan li gorî armanca xwe ya hevpar li barên Kizilaya Enqereyê derketin kefşê. Dema ku kefş dibûn komutanê wan yê DAIŞê Ebû Enes talîmata çalakiya li hemberî avahiyan şand.

    Herdu çalakvan di berdewamiya îfadeyên xwe de dibêjin ‘piştî ku Ebû Enes talîmata êrişa li hemberî avahiyên fermî da, me ev talimat pirsyar kir û me dev ji çalakiyê berda. Dema em li cihekî digeriyan ku bombeye îmha bikin em hatin girtin.
    Ji aliyê din ve li gorî çavkaniyên jêpirsînê ev îfadeyên şikberan ji bo ku xwe ji sûc xilas bikin bi vî rengî îfade dane.

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereyê du komkuj hatin girtin
    Li Pakîstanê êrişa komkujî: 18 mirî 40 birîndar
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    Li Pakistanê êrîşa komkujî: 10 kuştî
    Li dijî Pêşmerge êrişa komkujiyê
    Etîketan:
    DAIŞ, Musa Cangoz, Adnan Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de