16:55 23 Tebax 2017
Zindî
    Heysem Menna

    Heysem Menna: Ji sedî 16ê axa Sûriyeyê di destê HSDê de ye

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Menna diyar kir ku hemû hêzên çekdarên din tenê sedî 5ê ji axa Sûriyê kontirol dikin û ew vexwendî gongireya Riyadê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Heysem Menna xwe bi Serokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk da nasîn. Kesayetiya navdar a Sûriyê Menna ragehand ku, Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD) ji sedî 16ê axa Sûriyê kontrol dikin.

    Menaa nameyek ji Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî re şandiye û têde gotiye ku HSD derdora sedî 16ê axa Sûriyê kontrol dikin, li aliyê din hemû hêzên çekdar ên din tenê sedî 5ê axa Sûriyê kontrol dikin. Tevî wilo jî ew hêzên çekdar hatin vexwendin bo kongireya Riyad û HSD nehate vexwendin.

    Menna di berdewamiya axaftina xwe de got, em hevpeymanek demokratîk in, berî her kesî me daxwaza çareseriyek siyasî kir, her wiha hêzên me yên leşgerî yekemîn hêzên çekdarbûn ku şerê têrorê kirine li her yek ji Kobanî û bajarên din yên Sûriyeyê.

    Her wiha Heysem Menna got, ew komîta ku ji kongreya Riyadê komîteyek bê hêze û nûnertiya opozisyona rasteqîne têde tunene û wê di karê xwe de bisernekeve.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê HSDê: ‘Daxuyaniyên Tirkiyayê me eleqeder nakin'
    HSDê bi alikariya Rûsyayê êrişî Reqayê kir
    Armanca YPGê û HSDê Kobanî bi Efrînê ve girêde
    HSDê, 3 gund û 3 gundik rizgar kirin
    HSDê Tîşrîn rizgar kir û gihîşt Çiyayê Girêdan
    Etîketan:
    Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD), Heysem Menna, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de