16:53 23 Tebax 2017
Zindî
    leşker - tang - top - operasyon - êriş - şer - polês

    Polêsan li bajarê Şirnexê 2 welatî kuştin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Polês û tîmên taybet li bajarê Şirnexê li taxa Dîcleyê 2 welatî bi çekan kuştin û kesên kuştî hê jî li erdê ne.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarê Şirnexê ji ber êrişa ji wesayîtên zirxî yê polêsan, li taxa Dîcleyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her du kesên hatine kuştin hê jî ji erdê nehatine rakirin. Gel ji bo rakirina cenazeyan dest bi meşê kir, lê polês asteng dike.

    Yek ji taxên navenda Şirnexê yên li hemberî êrişên hêzên dewletê li ber xwe dide taxa Dîcle ye. Hêzên dewleta tirk duhî bi şev êrîşî vê taxê kirin. Bi wesayîtên zirxî dor li taxê pêçandin û gule li nava taxê reşandin. Hêzên xweparastinê jî bersiv dan êrişên dewleta tirk. Di êrişê de 2 kes ji ber guleyên dewletê jiyana xwe ji dest dan.

    Cenazeyên her du kesan, ji ber êrişên giran bi şev li cihê lê hatin kuştin man. Gelê herêmê ji bo cenazeyan rake, ber bi taxê ve meşiya. Lê belê polêsan bi bombeyên gazê êrişî gel kirin.

    Bi heman mijarî:

    Du welatiyên sivîl li Şirnexê birîndar bûn
    Li navçeya Cizîra Şirnexê jineke din jî jiyana xwe ji dest da
    Li navçeya Hezexa Şirnexê teqîn: 3 welatî hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Li navçeya Cizîra Şirnexê welatiyek bi giranî birîndar bû
    Salên 90î dîsa vegeriyan Şirnexê..
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de