18:12 17 Çile 2018
Zindî
    YPG

    KOBANÎ - Operasyon - 7 gund - gellek kuştî

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li du aliyê Kantona Kobanî 2 operasyonên cuda li dijî DAIŞê pêk anîn. Di operasyonê de 7 gund hatin kontrolkirin û gellek terorîst hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — HSDê li Kobanê dest li operasyonekê mezin kirin. Di operasyonê de 2 gundên ser bi bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) û 5 gund li aliyê başûr-rojhilata Kobanî ji destê terorîstên DAIŞê derxistin û kontrol kirin.

    Şervanên HSDê îro terorîstên DAIŞê li her du gundên Ebû Şehin û Hebsawî yên li Başûrê rojavayê bajarokê Bozanê kirin. Piştre şervanên HSDê karîn terorîstên DAIŞê ji her du gundên Ebû Şehin û Hebsawî derxînin û bi timamî bixin bin kontrola xwe. Li gor agahiyan, di encama pevçûnan de gellek terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

    Ji aliyekê din ve Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li başûrê rojhilatê Kantona Kobanê jî li dijî terorîstên DAIŞê operasyon pêk anîn. Piştrê hêzên HSDê karîn çeperên DAIŞê têkbişkînin, 5 gund ji destê terorîstan derxistin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, şervanên HSDê di vê operasyonê de jî gudên Kerdoşan, Qadriye Şêx, Ali Şemari, Ebumacid û Hasudiye û 4 gundikên li başûrê rojhilatê Herêma Kobanê kontrol kirin.

    Hat zanîn, ku di vê operasyonê de balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de beşdar bûn û piştgîrî didan hêzên HSDê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    Ji bo kurdan mizgîniya sersalê: Başûrê Kobanê rizgar bû
    HSDê li başûrê Kobanê dest bi operasyonê kir
    Cenazeyê Paramaz Qizilbaş li Kobanê hate definkirin
    Li Kobanê welatiyekî bi mayîna DAIŞê birîndar bû
    DAIŞê gundê Kobanê bombebaran kirin
    Etîketan:
    kanton, Hêz, HDS, Rojava, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de