13:08 24 Gulan 2018
    Adem Geverî

    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'

    © Foto : Cesîm Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî ji Sputnik Kurdistanê re axivî û got: ‘Rewşa li Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e. Dibe ku artêşa tirk çekên kimyewî bi kar bîne û Enfala nû rû bide.'

    Yusuf Onal

    Şirnex - Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî derbarê bangawaziya DBP-HDPê û rewşa dawî ya Cizîr û Sîlopiyê  de ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Adem Geverî got: ‘Bi dehan roj in li van navçeyên hanê qetlîamek pêk tê. Bajar di bin êriş û dorpêça hêzên dewletê de ne. Heta bi dehan welatî di encama êrişan de ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin.'

    'Gel li hemberî qetlîmeke mezin rû bi rû ye'

    Adem Geverî derbarê rewşa dawî û bangawaziya DBP-HDPê de wiha got: ‘Di encama dorpêça ku bi dehan roj in berdewam dike de her cih hatiye wêrankirin. Nan û avên welatiyan qutbûye, li navçeyan ceyran hatiye birîn û gel li hemberî qetlîameke rû bi rû ye. Ji bo vê me îro bangewaziyê li hemê gelê Botanê, Serhedê û teviyê Kurdistanê herwiha kurdistaniyên li Ewropayê jî kir ku ji bo li hemberî gel qetlîameke nû pêk neyê vê qêrîn û hawarê bibihîzin û rabin ser piya.'

    'Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê girantir e'

    Geverî got: ‘Niha rewşa navçeyên hanê ji Kobanê zêdetir giran e. Li Kobanê çiqas êrişeke mezin hebû jî şervanên li wir dikaribûn xwe û gelê xwe bi çekên xwe biparêzin. Dikaribûn li hemberî dijmin şer bikirana. Lêbelê îro artêşa tirk bi deh hezaran polês, leşker, tang û topan çend bajarên kurdan dopêç kirine û êrişan pêk tînin. Çek û cebilxaneya vî gelê tune. Her der hatiye wêrankirin û welatî têne qetilkirin. Bi tu awayî nikarin xwe biparêzin. Gelên me yên li vir li hemberî qetlîamekî ru bi rû ye.'

    'Dibe ku çekên kimyewî pêk bînin'

    Geverî wiha got: ‘Dewleta tirk dixwaze îradeya gel bişkîne. Bêgûman hêza tu kesî ji şikandina îradeya gel re têrê nake. Dibe ku dewleta tirk ji bo şikandina vê îradeyê li hemberî gel çekên kimyewî jî bikar bîne. Ji ber ku êriş û dorpêça pêk tînin ev qas zêde ye.'

    Geverî dawîyê de wiha got: ‘Ev çend roj in em li Şirnexê ne û dixwazin ku ligel hevserokên me em biçin Sîlopî û Cizîrê lê bi tu awayî destûr nayê dayîn. Eger dinya guhên xwe ji vê qetlîama ku pêk tê re guhên xwe ker bike wê Enfala nû ji hêla hêzên dewleta tirk ve bê kirin.'

    Bi heman mijarî:

    The Washington Post: 'Kurdan sînorên xwe berfirehtir kiriye û li çarenivîsa xwe digerin'
    46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'
    Aydar: Plana Şark Islahatê dewam dike
    Li Sûrê şer: Çawîşekî pispor hate kuştin
    Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
    Ji Bekir Kaya re 15 sal ceza!
    Etîketan:
    HDP, Adem Geverî, Şirnex, Cizîr, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de