08:14 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Alaya Îranê

    Erebistana Siûdî li dijî Îranê biryarên nû stand

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezîrê Derveyê ya Erebistana Siûdî Adil el Cubeyr di daxuyaniya xwe ya ku da ajansa Reutersê çend biryarên nû yên welatê xwe ya li hember Îranê eşkere kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gor daxuyaniya Wezîrê Derveyê ya Siûdiyê, jibilî qutkirina pêwendiyên dîplomatîk bi Îranê re, Riyadê biryar daye ku hemû têkiliyên bazirganî jî bi Tehranê re bide sekinandin. Herwiha seferên hewayi yên di navbera Îranê û Siûdiyê de bên rawestandin û serdana welatiyên Siûdiyê ji bo Îranê jî tê qedexekirin.

    Adil el Cubeyr ragihand, ji bo ku têkiliyên navbera Siûdiyê û Îranê asayî bibin, pêwîst dike ku Îran ji welateke şoreşgerî derbasî rewşa welateke asayî bibe û rêz li bingehên yasayî yên navdewletî bigire.

    Adil el Cubeyr da zanîn, ku biryarên Siûdiyê serdana heciyên îranî ji bo Meke û Medîneyê li xwe negire û Siûdiyê rê li serdana wan nagire.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina cihadîst piştgirî da Erebîstana Siûdî
    Xamaney: Gelo di navbera DAIŞ û Siûdî de cudatî heye?
    Rûsya: Em amade ne navbeynkariya Îran û Siûdî bikin
    Erebistana Siûdî balyozê Îranê qewirand
    Piştî Erebistana Siûdî Îran jî amadekariya koalîsyonekê dike
    Etîketan:
    Wezereta Derveyê ya Siûdiyê, Adil El Cubeyr, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de