15:39 23 Gulan 2018
    Girtîgeha Evînê

    GIRTÎGEHA EVÎNÊ - Girtiyê kurd rastî lînçkirina hêzên ewlehiya Îranê hat

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê (KURDPA) girtiyê siyasî yê kurd Aso Rustemî di Girtîgeha Evînê ya Tehranê de rastî lînçkirina hêzên ewlehiya Îranê hatiye.

    Navenda Nûçeyan — Aso Rostemî di heyama êrişên li ser Kobaniyê de li pêşberî ofîsa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Tehranê xwepêşandanek li dar xist û ligel çalakvanekî din ê bi navê Elî Nûrî hatin binçavkirin. Dezgehên dadweriyê yên Îranê ev her du ciwan bi 7 sal cezayê hebsê mehkûmkirin û berê wan da benda 8 a Girtîgeha Êvînê ya Tehranê.

    Rostemî havîna bihurî tûşî celdeya mêjiyê bû û karbidestên girtîgehê rê nedan ku li nexweşxaneyekê bê dermankirin; bi derfetên kêm ên girtîgehê hinek çareserî jêre hatine kirin.

    Meha çûyî ewlehiya girtîgehê piştî dijûn û gotinên neşirîn bi tundî li Rustemî xist; lêbelê girtiyên benda 8an a girtîgehê nerazîbûna xwe nîşan dan û li ser vê yekê ewlehiya Îranê lêborîn ji Aso Rustemî xwest.

    Hêjayî gotinê ye ku Komîsyona Mafên Mirovan a Parlementoya Ewropayê bi nameyeke fermî piştgiriya hiqûqî ji da Aso Rostemî û 7 çalakvanên din ên sivîl; herwiha “Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî” (Amnesty International – AI) jî di daxûyaniyekê de ragihand ku rewşa “Aso Rostemî” û “Omîd Elîşinas” cihê gumanê ye.

    Aso Rustemî
    Aso Rustemî

    Bi heman mijarî:

    Aydar: Plana Şark Islahatê dewam dike
    El Qaîde, bi îdiaya zînayê jinek ricm kir
    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin
    Etîketan:
    dezgehên dadweriyê, piştgiriya hiqûqî, Komîsyona Mafên Mirovan a Parlementoya Ewropayê, Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI), Omîd Elîşinas, Elî Nûrî, Aso Rostemî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de