09:01 26 Gulan 2018
Cerdevan

46 cerdevan: ‘Em êdî li hember gelê xwe şer nakin'

© Foto: Yuksekova Haber
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Li Silopiyê 46 cerdevanên ku ji wan hate xwestin tevlî êrîşên navçeyê yên li ser gel bibin, çekên xwe danîn.

Şirnex - Li Kurdistana Tirkiyeyê  îstîfaya cerdevanan ên naxwazin tevlî êrişên li dijî gel bibin, dewam dike.

Piştî ku duh li navçeya Silopî ya Şirnexê 9 cerdevanên gundê Kizirê ji ber ku nexwestin tevlî operasyonên li hemberî gel bibin îstîfa kirin, 46 cerdevanên Taxa Avaşînê jî çekê xwe danîn û dev ji peywirê berdan.

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku piştî ku 46 cerdevan biryar dan ku tevlî êrişên li ser gel nebin duh bi çekên xwe çûn Qerekola Cendermeyan a bajaroka Tilqebîn. Cerdevanên ku beriya niha îmzeya ku tevlî êrişên li gel nebin avêtibûn, xwestin çekên xwe danin.

Hate zanîn ku li ser xwesteka 46 cerdevanan a çek berdanê, fermandarên qerekolê ji bo ku ev bûyer di çapemeniyê de cih negire û bandorek neyînî neke tenê çekên 12 cerdevanan wergirtine û ji cerdevanên din re jî gotine ku dê çekên wan beş bi beş bigirin.

Cerdevanekî ku ev 24 sal in cerdevaniyê dike û wî jî çeka xwe daniye got: ‘Roja qedexe were îlankirin, ji 150 cerdevanên ku li Silopî dimînin re telefon hatiye vekirin û rayedarên dewletê xwestine ew tevlî operasyona li hember gel bibin.'

Cerdevanê ku nexwest navê xwe bide herî dawî got ku êdî wijdana wan qebûl nekiriye li hember gelê xwe şer bikin û bang li hemû cerdevanan kir ku êdî li şeref û namûsa xwe xwedî derkevin û dev ji cerdevaniya li hember gelê xwe berdin.

Bi heman mijarî:

Cerdevanan nexwestin derkevin operasyonan û çek danîn
Tirkiya: '5000 cerdevan dê hilbijartinên 1ê Mijdarê biparêzin'
Tirkiye 10 hezar cerdevanên nû dadimezrîne
Li Şirnexê 2 leşker û cerdevanek hatin kuştin
Etîketan:
Sîlopî, Şirnex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de