00:39 18 Çile 2018
Zindî
    Girtîgeha Urmiyeyê

    URMIYE - Du girtiyên siyasî yên kurd avêtin hucreyên takekesî

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdistanê (KURDPA) du girtiyên siyasî yên kurd daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kir ku ji odeya dînan ber bi odeya siyasiyan bên veguhastin; lê dawaza wan vegeriya cezayekî giran.

    Navenda Nûçeyan — Du girtiyên kurd ên bi navê “Re’ûf Mihemedelî” û Behmen Delayî Mîlan” ku di benda 5an a Girtîgeha Navendî ya Urmiyê de ne, dawxaz ji berpirsê girtîgehê kiribûn ku ji bo benda girtiyên siyasî bêne veguhastin.

    Ji ber ku berpirsên girtîgehê guh nedan nerazîbûna wan û dawxaza wan bi cih neanîn, van du girtiyên siyasî yên kurd dest bi greva birçîbûnê kiribû û roja pêncşemê ya derbazbûyî bi destûra berpirsê girtîgehê ber bi odeya takekesî (hucre) hatine veguhastin.

    Hêjayî gotinê ye ku dewleta Îranê girtiyên siyasî yên kurd (çi partîzan çi şafiî-mezheb) dişîne nava nexweşên kêmaqil, diz û keleş, mêrkuj û esrarkêşan; bi vî awayî du cezayan bi hev re dide wan û ev kiryara dewleta Îranê ji aliyê dezgehên mafên mirovan ve tê şermezarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Cizîr û Sîlopiyê bangawaziya lezgîn!
    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin
    DBP: ''Tirkiyeyê derî ji mudaxeleyan re vedike''
    Li Edeneyê 16 kes hatin binçavkirin
    Wezareta Darayî û Aborî: 'Miaşên Îlonê yên Pêşmerge îro tên belavkirin'
    Etîketan:
    odeya takekesî (hucre), greva birçîbûnê, girtiyê siyasî yê kurd, Girtîgeha Navendî ya Urmiyê, Behmen Delayî Mîlan, Re’ûf Mihemedelî, Rojhilata Navîn, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de