08:04 23 Gulan 2018
    Amed

    Ji bo Cizîr û Sîlopiyê bangawaziya lezgîn!

    © Foto : DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistinên DBP û HDPê yên Şirnexê daxuyandin ku Cizîr û Sîlopî bi qatlîamêke mezin re rû bi rû ne û banga ‘xwedîlêderketina lezgîn' kirin. Ji gelê Şirnexê jî hate xwestin ku tevli meşa sibehê bibin.

    Sewqiyata leşkerî
    © AP Photo / Ibrahim Usta
    Şirnex - Hevserokê HDPê yê Şirnexê Sekvan Kiliç, Hevserokê DBPê yê Şirnexê Yahya Îdîn, parlamenterên HDPê Leyla Bîrlîk, Îbrahîm Ayhan, Adem Geverî, Endama PM a HDPê Yuhanna Aktaş ji bo navçeyên Cizîr û Sîlopî yên ku di bin êrişên hêzên dewletê de ye li ber avahiya HDPê daxuyaniyeke hevpar dan.

    Daxuyaniya hevpar ji aliyê Yahya Îdîn ve hate dayîn û Îdîn banga ‘Bi taybetî Sîlopî bi qatlîamekî mezin re rû bi rû ye. Kî dikare çi bike. bila bike, bila bikeve nave tegerê' kir.

    Îdîn got: ‘Li Cîzîr û Sîlopiyê qatlîam û qedexe ketine roja 23'yan û nêzî 50 jin, zarok, zarokên hêj ji dayîk nebûne, ciwan hatine qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûne, bi hezaran kes bi zorê tên koçberkirin. Îdîn destnîşan kir ku tabloyeke salên 90'an a şewitandina gundan, bi zorê koçberkirin, qatlîam niha li Cizîr û Sîlopiyê tên jiyin.

    Îdîn got: ‘Bi tank, top û çekên giran ve bi rojan e êriş tên kirin. Ev êrişên ku ji çar aliyan tên kirin hatine asta qatlîamekê pêk bînin.'

    Îdîn bang li ray giştî ya welatparêz û demokratîk, gelên Tirkiye û Kurdistanê, kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn kir û wiha got: ‘Êdî divê pêşiya qatlîama mezin a li Sîlopiyê bê girtin. Divê qatlîama ku tê xwestin li Sîlopiyê bê kirin bê rawestandin.'

    Îdin bang li welatiyên Şirnexê kir û xwest tevli meşa ku dê saet 13.00an de li ber avahiyên HDP û DBPê dest pê bike bibin. Îdîn anî ziman ku divê hemû gelê Şirnexê ji bo Cizîr û Şirnexê rabe ser piyan.

    Bi heman mijarî:

    Erebîstana Siûdî firînên xwe yên Îranî rawestandin
    DBP: ''Tirkiyeyê derî ji mudaxeleyan re vedike''
    Li Edeneyê 16 kes hatin binçavkirin
    Wezareta Darayî û Aborî: 'Miaşên Îlonê yên Pêşmerge îro tên belavkirin'
    Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
    TAYBET - Serokwezîrê Cizîrê: Dijminê me û Rûsyayê yek e
    Osman Baydemir: Wê welatiyên sivîl çekan hilgirin
    Li dijî êriş û dorpêça dewletê greva birçîbûnê ya Elewiyan didome
    Etîketan:
    DBP, HDP, Yuhanna Aktaş, Yahya Îdîn, Îbrahîm Ayhan, leyla birlik, Adem Geverî, Şirnex, Cizîr, Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de